Polîtîk

Diyarbekir bikin kanton

Endamê berê yê Parlamentoya Iraqê û kesayetiya kurdên êzîdî li Şingalê Mehma Xelîl got, xelkê Şingalê derbarê çarenivîsa xwe biryar didin û kes nikare destê xwe têxe nav karê Şingalê, ji ber ku Şingaê beşeke ji Herêma Kurdistanê.

Mehma Xelîl Endamê berê yê Parlamentoya Iraqê û kesayetiya kurdên êzîdî li Şingalê ji KDP.info re ragihand: “Xelkê Şingalê biryar dane ku bi rêya madeya 140 vegerin ser Herêma Kurdistanê, lewma niha ne ji mafê kesî ku li şûna wan biryarê bide li ser çarenivîsa xelkê Şingalê û bike kanton.”

Xelîl wiha got: “Ew kesên ku daxwaz dikin ku Şingal bibe kanton, bila di serî de Diyarbekir û Kobanî bikin kanton, wê demê bên behsa kantonê bo Şingalê bikin, ku bi ti awayekî pêweniya wan bi Şingalê nîne.”

Wî kesayetiya kurdên êzîdî li Şingalê gotina xwe wiha qedand: “PKK rêz û hurmetê li îradeya xelkê Şingalê û xwîna qurbaniyên wê nagre, ji ber ku ew hemû qurbanî hatin dan da ku têkevin ser Herêma Kurdistanê, lewma em bi ti awayekî van daxwazan ji wan qebûl nakin.”

Back to top button