Parastina pêvajoya agirbestê erkek netewiye
Duhî piştî hevdîtina Aysel Tugluk û Ocalan pêkhatî, Tugluk di derbarê hevdîtina xwe û Ocalan de hinek agahdarî dan raya giştî. Tugluk da xuyakirin ku dirêjkirina pêvajoya agirbestê bi insîyatîfa Ocalan pêkhatiye û Ocalan li gel rayadarên dewlêtê hevdîtina pêktîne.
Li vê derê, di qonaxa îro de ya herî girîng dirêjkirina pêvajoya agirbestê ye. Lê wek gelek caran pêvajoyên erênî di hinek deveran de tên provaka kirin. Carna ev provakasyon ser dikevin û di qonaxek erênî de hinek astenga çêdike û heta dibe sedemek ku pêvajo disekine. Lê dema bûyerek çêbibe ji destê yekemîn PKK helwesta xwe di derbarî bûyerê de kifş bike, hingê pirsek din tê holê, gelo kî ev bûyer kir? Ev pirs dibe sedemek bongehîn û çav vedigerin li ser dezgehên tarî di nav dewletê de.
Kî çi bêje bila bêje pêvajoya agirbestê divê bête hemi kirin û her kesek dijê provaksayona û dijê kesên ku li ser xwînê jiyana xwe ya siyasî û civakî berdewam dikin, divê li bêvajoya agirbestê xwedî derkevin û biparêzin. Ji ber ku ev pêvajo dikare bigehê qonaxa sekinandina şerê qirêj û zemînek demokratîk peyda bike , herweha dibe sedemê bingehîn ji bo diyalogê û têgihandina hevdu.
Sikinandina şer dê bibe sedemek bingehîn ku, giştî kurd pêşîya xwe bibînin û ewrê li ser tevgera kurd belav bibe û bi awayekî rastiya kurdan bi xwe jî eşkere bibe. Belavbûna ewrê li ser tevgera kurd, dê reş û spî jî ji hevudin cuda bike.Ev dê bibe destkeftiyek herî girîng ji bo kurdan û dê bibê bingehek ji bo destxistina mafên rewa yên gelê kurd.
Xeber analîz: Dara Bilek