Dosya

KADEP, HAK-PAR û CHPê piştgirî dan agirbestê

Li Tirkîyeyê, Partîya Tevkarî û Demokrasîyê (KADEP), Partîya Maf û Azadîyan (HAK-PAR) û Partîya Gel a Komarê (CHP), piştgirî dan biryara dirêjkirina agirbesta KCK’ê. 

Serokê giştî yê KADEP’ê Şerafettin Elçî ku ji AKnews’ê re axivî, diyar kir ku dirêjkirina agirbestê gaveke erênî ye. Elçi, xwest ku hikûmet jî bersiveke erênî bide vê biryarê û wiha got:

“Divê gotin û kirinên ku vê atmosfera erênî sabote bikin, neyên kirin. Hêvîdar im ev pêvajo baş bê nirxandin, hemû kes bi awayeke herî baş berpirsyariya xwe bi cih bîne.”

Serokê giştî yê HAK-PAR’ê Bayram Bozyel jî biryara dirêjkirina bêçalakiyê bi kêfxweşî pêşwazî kir û destnîşan kir ku ev yek ji bo Tirkîyeyê fersend e. Bozyel, hêvî kir ku biryara bêçalakiyê bi xwe re çekdanîn û pêvajoya aştîyeke mayînde bîne û xwest ku însiyatîfên sivîl û aktorên polîtîk di zûtirîn demê de zêdetir însiyatîf bigrin.

Endamê Meclîsa Partîyê yê CHP’ê Mesut Değer jî biryara agirbestê erênî dît û bi bîr xist ku ji bo çareserkirina pirsgirêkê pêdivî bi hawirdoreke bêçek heye. Değer, da zanîn ku pêvajoyeke bê pevçûn dê çareserkirina pirsgirêkê hêsantir bike û wiha berdewam kir:

“Ji bo ku hikûmet aştîyeke civakî pêk bîne, fersendek hate afirandin. Ez hêvî dikim ku hikûmet vê baş binirxîne. Hêvî dikim pêvajoyeke ku pirsgirêk di bin banê parlamentoyê de bê çareserkirin û PKK bi her awayî dev ji çekan berde, pêk bê.”

Back to top button