Cîhan

Konseya welatên erebî nûneratiya xwe li Hewlêrê vedike

Duhî li baregayê konseya dewletên erebî li Qahîreyê Berhem Salih serokê hikûmeta herêma Kurdistanê digel Omeru Mûsa serokê konseya dewletên erebî civiya.

Piştî civînê Mûsa û Salih di preskinferensekê de encamên civîna xwe eşkere kirin û bersiva pirsên rojnamevanan da.
Di preskonferensê de serokê hikûmeta herêma Kurdistanê got:

– Em pêşwaziyê li destpêşxeriya şahê Siudiyê şah Ebdulayê kurê Ebdulezîz ku daxaz ji serokomar û serokên lîste û qewareyên siyasiyên Îraqê kiriye ku piştî cejna Qurbanê li Riyazê bicivin û pirsgirêka pêkanîn ahikûmeta nû ya Îraqê çareser bikin, dikin.

– Piştî Siud Feysel wezîrê derveyê Siudiyê naveroka destpêşxeriya şah Ebdula zelal kirî, bo me diyar bû ku ew destpêşxeriye ne dijî daxaz û hêviyên îraqiyan e û digel destpêşxeriya serokê herêma Kurdistanê yekdigirin.
Berhem Salih serokê hikûmeta herêma Kurdistanê di berdewamiya axaftina xwe de tekîd li ser wê yekê kir ku destpêşxeriya şahê Siudiyê daxazê ji îraqiyan dike ku hikûmeteke niştimaniya hevbeş ku nûneratiya hemû pêkhatên îraqî bike dike. Salih got ku destpêşxeriya Mesûd Barzanî serokê herêma Kurdistanê jî ketiye di warê piraktîkê de û ji aliyê welatên erebî û biyanî ve bi erênî hatiye pêşeazî kirin.

Salih got ku konseya welatên erebî dê nûneratiya xwe li Hewlêrê vekin û ev yek jî pêngaveke gelek giringe bo xurtkirina peywendiyên dinavbera herêma Kurdistanê û welatên erebî de. Serokê hikûmetê tekîd li ser hebûna rola welatên erebî li Îraqê kir bi berçavgirtina taybetmendiya herêma Kurdistanê û got: ”Berjewendiyên kurdan digelerebên Îraqê û welatên erebê bi hev re girêdayî ne.”

Herwesa serokê hikûmetê helwestê herêma Kurdistanê dupat kir ku Aliyên kurdî li ser namzedkirina mam Celal Talebanî bo serokomariya Îraqê yekdengin.

Di bersiva pirsekê de ka kurd dihel kîjan terefê îraqî nêzîkin bo pêkanîna hikûmetê, Salih got: ”Danûstandinên me digel hemû kutleyên îraqî berdewam in. Em hikmetekê qebûl nakin ku temsîla hemû aliyên îraqî neke. Danûstandinên me digel Nurî Malkî gihiştîne astekî bilind. Danûstandinên me digel Eyad Elawî, bi taybetî piştî vê dawiyê serdana Hewlêrê kirî, bi awayekî erênî miamileyê digel daxazên kurd dike. Ji bo me ya giring bernameyê hikûmetê ye, en ewe ka kî serokwezîre. ”

Salih got ku serokê herêma Kurdistanê destpêşxeriyek pêşkeş kiriye û daxaza civînekê bo aliyên nakobar kiriye, ”Pêwîst nake em pêş encaman bikevin.”

Back to top button