Polîtîk

Goran piştevaniya Talebanî nake bibe serokkomar

Tevgera Goran êvara roja înê ragehand ku ji Îtîlafa Fraksyonên Kurdistanî vekişiya ye. Bi vî awayî jî dawî li yekgirtina kurdan hat li beramberî lîstên erebî û gotin: “Kurd jî parçe bûn.”
 
Bi dana vê biryarê Goran wek mezintirîn û bibandortirîn partiya opozîsyonê li Kurdistanê, nakokiyên siyasî ku li ser nêzîka hemû mijaran, ligel herdû partiyên desthilatdar ên herêma Kurdistanê kûrtir dike.
 
Goran dibêje sedemê cudabûna wan ji îtîlafê ji ber bicîneanîna sozên PDK û YNKê ye ku berê dabûn da ku `reform` di dezgeh û saziyên herêma Kurdistanê de bikin. Lê serokê hikûmeta herêma Kurdistanê di hevpeyvînekê de ligel knala El-Hure got: “Guhê me li wê projê bûye, lê ji me re nehat.”
 
Ev xwekişandina Goran dikare bandoreke mezintir li ser têkiliyên kurd- Bexda bihêle, yan bi kêmanî astengiyan bo hêviyên serokê Iraqê Celal Talabanî dirust bike ji bidestveanîna postê xwe, piştî ku Goran biryar da ku 8 parlamenterên wê deng nedin danîna mam Celal.
 
Herwiha ev jî tê gotin ku pêngav heye ku Goran têxe bereya opozîsyonên partiyên Kurdistanî li Bexda, nemaze derbarê mijarên petrol û hêzên pêşmerge, ev herdû pirsên ku di ya yekem de Goran daxwaza şefafiyetê û di ya dûyem de jî daxwaza serxwebûnê dike.
 
Serkirdê bilind û berdevkê Tevgera Goran Mihemed Tofîq Rehîm daxwiyand: “Desthilatê sozên xwe bo çaksaziya siyasî û navxweyî cîbicîh nekirin û me jî xwe vekişand, wek ku me berê agahdarî kiribû. Bê guman dema em li Îtîlafa Fraksyonên Kurdistanî nemînin, piştîvaniya mam Celal jî nakin bibe serokkomar.”
 
Derbarê egerê rûniştina wan ligel lîstên Iraqî jî, Mihemed Tofîq Rehîm wiha axifî: “Ligel her alîkî em bixwazin emê rûnin û gotûbêjan bikin.”
 
Tevgera Goran ku bergiriya cudabûna xwe dike û dibêje biryareke dirust daye, sedemê serekî yê cudabûna xwe bi pêdagiriya herdû partiyên desthilatdar ên Kurdistanê ve girêdide ku dixwazin “bi rêyên xwe” desteya bilind a hilbijartinan û rapirsî li herêma Kurdistanê dirust bikin, ku ji dêlva Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinên Iraqê, hilbijartinên dahatû yên Kurdistan birêve bibe.
 
Serkirdekî Tevgera Goran ku nexwest navê wî bê eşkerekirin, ragehand: “Tu tişt li vir ne serbixwe ye. Komîsyoneke bi vî rengî rê li ber PDK û YNKê xweş dike ku binpêkirinên zêde di hilbijartinan de bên kirin.”
 
Lê serkirdeyeke YNKê tu bandorê ji vekişiyana Tevgera Goran li ser dûbare hilbijartina Talabanî wek serokkomar, yan li ser bêhêzbûna îtîlafa kurdan li Bexda, nabîne.
 
Endama parlamentoya Iraqê û endama serkirdayetiya YNKê Ala Talabanî diyar kir: “Pirsgirêk dirust nabe, ji ber hê hemû aliyên din ên îtîlafê bi hev re mane. Tenê 8 kursiyên wan hene, cudabûna wan û piştgirînekirina wan li mam Celal da bibe serokkomar, bê bandore.”
 
Her çiqasî hersê partiyên opozîsyonê xwediyên bereyeke hevbeş bûn dijî PDK û YNKê li ser piraniya mijaran, nemaze di mijara dirustkirina desteya bilind a hilbijartinan de, lê herdû partiyên opozîsyonê yên Îslamî di helwêsta xwe ya dawî de nedan dûv Goran. Bi vî rengî jî Îtîlafa Frakisyonên Kurdistanî ji hilweşînê hat parastin, ji ber ger hersê aliyan xwe vekişanda, îtîlaf hildiweşiya.
 
Hersê aliyên opozîsyonê di daxwiyaniyekê de gefa xwekişandinê xwarin. Cîgirê Serokê PDKê Nêçîrvan Barzanî ligel hêzên opozîsyonê civiya. Wiha diyare ku Nêçîrvan karîbû tenê herdû partiyên Îslamî razî bike, lê Goran razî nekir da bimîne.
 
Endamê parlamentoya Iraqê li ser Lîsta Yekgirtûya Îslamî (4 kursî) Necîb Mihemed da zanîn: “Li Bexda çarenivîsa dozeke mezintir li ber me ye ku wiha pêwîst dike hevdeng bin. Dû re em ligel kê û ji bo çi li wir ligel wan opozîsyona xwe bidomînin.”
 
Necîb Mihemed jî wek Ala Talabanî tu bandoreke mezin ku vekişiyana Goran dirust bike, nabîne: “Bê guman wê bandorê bike li ser wêneya yekgirtina kurdan li Iraqê, lê wê tu bandorê li ser prosesa siyasî neke.”
 
Herwiha endamê serkirdayetiya Komela Îslamî ya Kurdistanê Zana Rûstayî, pêşbînî nake ku cudahiya nerîna wan vê carê ligel Goran bandorê bike li ser têkiliyên bihêz ku hersê partiyên opozîsyonê li Kurdistanê di hilbijartinên tîrmeha 2009an de hebûn.
 
Zana ku endamê şanda diyalogê ya Îtîlafa Fraksyonên Kurdistanî ye jî wiha axifî: “Ev biryara Goran bandorê nake li ser sarbûna têkiliyên me li Kurdistanê wek opozîsyon, ji ber ku berê me li ser wêya lihev kir ku her helwêstekê bigrin berê bi hev re li ser bicivin, her aliyek tenê biryarê bide, ew bi xwe jê berpirsyare û kes gilî li ser nake.”

 

(Rudaw)

Back to top button