Teknîk

Leztirîn Super-Komputera Cihanê

Rekorên leztirîn Super-Komputerên cihanê heta berî çend salan di destê Japonî û Amerîkîyan de bu.

Lê di hefteya bihurî de, Çînê da xuyakirin ku  îro leztirîn Super-Komputera cihanê Tianhe 1A  bi kapasîteya 2,5 petaflopsan ve, dikare di sanîyeyekî de 2 500 000 000 000 000 hesaban(floating point) bike.

Sîstema Tianhe 1A yê li bajarê Tianjin ku li rojhilata-bakurê Çînê ye û ji alîyê Zanîngeha Neteweyî ya Teknolojîyên Parastinê ve ji bo hesapkirinên giran yên zanistîyê hatîye avakirin. 

Sîstema Tianhe 1A yê  ji 7 168 grafîkkartên NVIDIA û ji 14 336 prosesorên INTEL ê pêkhatîye.
Ya balkêş ew e ku NVIDIA û INTEL, her du jî şirketên Amerîkayê ne û di îndûstrîya komputeran de bi alavên xwe yên serkeftî serkêşîya bazarê dikin.

Li gor encama agahîyên meha Hezîranê 10 leztirîn super-komputerên cihanê :
Di rêza dûemîn jî bi navê Shenzhen di destê Çînîyan de ye.
Rêza çaremîn Almanî ye  û 7 super-komputerên din yên ku di lîsteyê de ne jî Amerîkanî ne. 

Jîndar Erdal Toprak
Çavkanî : NVIDIA

Balkêş e ?
Close
Back to top button