Cîhan

Dêrek li Bexdayê bû gola xwînê

Hinek çekdaran êrîşek birin li ser dêra El necat li bajarê Bexdayê. Kesên di dêrêde hemû dîl kirin. Ji bo kesên di dêrê de ji destên terorîstan azad bikin hêzên ewledariyê operasyonek pêkanîn. Di encama vê operasyonê de hêjmara kuştiyan gihat 57 kesî û gelek birîndar jî hene.

Teroristan hinek bombe di nav dêrê de cih kirîbûn, li gora hezên ewledariyê ragihandin, ev terorist hemû di operasyonê de hatine kuştin û  hinek ji hêzên ewledariyê kesên di dêrêde jî hatine kuştin. Piraniya kuştiyên di dêrê de encama teqîna bombeyan çêbûye.

Ev bûyer bû sedemek ku hevwelatiyên mesîhî xwe li Bexdayê û deverên din yên li Iraqî di nav ewlehiyê de nabînin. Gelek ji wan berê xwe didin herêma Kurdistanê û li Kurdistanê cih dibin. Kurdistan ji bo wan cihê ewlehiyê ye.

Back to top button