Axaftina Barzanî li vekirina Mala Fransî ya Çandin û Jîngehê li Hewlêr (Video)
Pêwendiya Kurd û Fransa pêwendiyekî dîrokiye û herdem ew pêwendî bi dostane bûye. Li hemû serdanên me yên Parîsê me hest kiriye ku welatê Fransa soza xwe beramber bi pirsgirêkên gelê Kurdistanê hebuye. Eve jî her li serdema General Dîgol û Mitterand de û heta niha jî ku Serok Sarkozy e berdewame.
Serdana min a Fransa ya li meha hezîrana derbas bûyî gelek girîng bû, bi arasteya pêşxistina pêwendiya du qoliyên me û her wiha em her li benda Serok Sarkozy ne serdana Herêma Kurdistanê bike, her weku cenabê Serok Sarkozy soz da min serdana Kurdistanê bike û li vir wekî dostekî ezîz pêşwaziyê lê bikîn.
Biryara me eweye ku li hemû warek da ji bo damezrandina baştirîn pêwendiya li gel Fransa li hemû warek da gelek bi germî berev pêşve biçîn. Îro jî ku ez li vir amademe, min xwest wê yekê nîşan bidim ku em çiqas girîngiyê warê çandinê didîn. Welatê me ji bo berhemanîna çandinê gelek başe û çandin jî ji bo gelê me jêderekî herdemiya jiyane, bi hukma wê ezmûna mezin û kiryarên warê teknelojiya ku welatê Fransa bi xwe heye dikarê li vî warî da gelek yarmetiya me bide.
Carekî din li vir dûpat dikim ku em pêşwazî li hatina kompanyayê Fransiyan dikîn neku bi tenê li warê çandinê belku li hemû waran de. Her wiha em piştgiriya wan dikîn ku berev Herêma Kurdistanê ve werin û Kurdistan dikare ji bo wan wekî pirekî wiha bê ku berev navçeyên dinê Iraqê jî biçin.
Carekî din jî bixêrhatina Wezîrê Bazirganî û Cenabê Balyoz li bajarê Hewlêrê dikim û gelek spasiya we dikim.