Polîtîk

Turk û Tugluk nikarin vegerin parlementoyê

Serokê parlementoyê bersiva Turk û Tugluk da. Wek tê zanîn dema dadgeha destûrî biryara girtina DTP-ê dayî parlementeriya Ahmet Turk û Aysel Tugluk jî keti bû. Herweha bi biryara dadgehê 5 salan kirina siyasetê ji bo wan hatibû qedexe kirin.

Piştî referandumê li gora guhertinên di destûrê de çêbûyîn, ihtimala qedexekirina siyasetê ji bo Tugluk û Turk ji holê rabe û ew cardin vegerin parlementoyê çêbîbû. Li ser vê yekê wan daxwaz ji serokê parlementoyê kirîbûn ku ji bo vegera xwe ya parlementoyê.

Îro serokê parlementoya Tirkiye M.Alî Şahin bersiva daxwaznama Turk û Tugluk da. Di bersiva serokê parlementoyê de tê gotin ku, raste meddeya ku siyaset li kesayeta qedexe dike ya 84-ê betal bûye. Lê ne ji desthilata serokê parlementoyê ku biryara vegera Turk û Tugluk  bide.

Di vê derbarê de Şahîn dibêje: Wek daxwaza we de hatî îdia kirin, parlementeriya we ne bi biryara parlementoyê ji we hatiye standin. Dadgeha destûrî ev biryar daye û tenê ev yek teblîxê parlementoyê kiriye. Ew biryarên ku ji aliyê dadgehan ve bêne dayîn, ne ji desthilatdariya parlementoyê bêne xira kirin. Ji ber vê yekê tu selehiyeta me tuneye ku parlementeriyas we şûnde vegerîne.

Back to top button