Hilbijartina 2011’ê ya Tirkiyeyê diyar bû
Duh bi serokatiya Serokwezîrê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdoğan civîna Lijneya Rêveberiya Navendî ya AKP hate kirin. Di civînê de biryara hilbijartin jî hate girtin û li gorî civînê di 12ê Pûşperê de biryara hilbijartinê hat dayîn.
Civîna MYK ( Lijneya Rêveberiya Navendî) Bi serokatiya Erdoganê nêzîkî 5 seat berdewam bû û li ser mijarên Parlemento û tarîxa hilbijartina giştî hate gengeşîkirin. AK Partî ji bo lezandina hilbijartinê serî lê YSK ( Lijneya Hilbijartina Bilind) bide û piştî nerîna wan tarîxa hilbijartinê jî tên diyarkirin.
Hilbijartina 2011 di meha Tîrmehê de ye lê di civînê de biryarek lezandina hilbijartinê hate stendin û endamên MYK ya AKPê jî li ser 12ê Pûşperê lihevkirin.
Li Tirkiyeyê hilbijartin ji aliyê saziya YSKê (( Lijneya Hilbijartina Bilind) ve tête diyarkirin. Rêveberên AKP jî ji bo diyarkirina dema hilbijartinê serî lê YSKê bidin û li gor encamê tarîxa hilbijartinê jî diyar bikin.