Ocelan: Hesta neteweyîya Bayîk lawaz e
Siyasetmedar Osman Ocelan di daxuyaniyeke xwe de dibêje ku, sala 2015ê sala avakirina deleta kurdî a bi serokatiya Mesûd Barzanî ye û divê Cemîl Bayîk û berpirsên din yên PKKÊ vê rastiyê qebûl bikin û ew jî bêne jêr sîbera seroka Barzanî.
Ocelan dibêje mexseda wan her du berpirsên PKKî (Cemîl Bayîk û Selahedîn Demirtaş) dijatîkirina avakirina dewleta niştimaniya Kurdistanê ye û ew awayê daxuyaniyan xizmeta dagîrkerên Kurdistanê dike. PKKê caran digot divê her çar parçeyên Kurdistanê azad bibin û pilaneke wan hebû li her çar parçeyên Kurdistanê siyasetê bikin û daxwaza wan kurdistaneke serbixwe, yekgirtî û demokratîk bû, lê piştî girtina Ebdula Ocelan, PKKê dev ji dirûşmên xwe berda û xwestin destêwerdanê di parçeyên din yên Kurdistanê de bikin. Nuha PKKê ne bes bi dirûşman bi piraktîkî dest ji serxwebûnê û kurdistaneke yekgirtî berdaye. PKKê li Rojhilat PJAK avakir, li Rojava PYD û li başûr jî PÇDK ava kir, çênabe PKK bi rêya hêzên din biçe nav beşên din yên Kurdistanê, ev siyasteke şaş e.
Her şiqas kesek weke Cemîl Bayîk di nav siyasetê de mezin bûye, lê dem adibêje çênabe dewleta kurdî çê bibe, hîngê ew dijî neteweya kurd e, Bayîk hertim bi zimanê gefkirinê diaxive û ev yek jî nebaşe.
PKK û HDP dixwazin armancên xwe li Şingalê bi cî bînin û ev jî karek şaş e, ji ber ku, divê her hêzek li parçeya xwe xebata xwe bike û piştgiriyê li beşên din bike, çênabe li pêşiya xebat, azadî û daxwazên hevwelatiyên parçeyên din kelem û astengiya dirust bikin.
Hesta neteweyî ya Cemîl Bayîk lawaz e ji ber hindê ew bi siyaseta xwe zirarê li bizava neteweyîya kurdî dike.
Osman Ocelan daxwazê ji Cemîl Bayîk û berprisên din yên PKKê dike ku, dijatiya neteweya kurdî nekin, pêşmergeyê Kurdistanê dîrokek berxwedan û azadiyê heye û gelek xizmet kiriye, 182 hezar şehîd hene, niha jî DAÎŞê êrîş kiriye ser Kurdistanê û pêşmerge cenga jinavbirina DAÎŞ dike, karê pêşmerge karekî pîroze, êdî çima êrîşan dikin ser pêşmerge? Çima dijatiya hikûmeta herêma Kurdistanê?