Min negotiye bila Şingal nekeve ser Kurdistanê
Hevserokê HDPê Selahattin Demirtaş ji Moskova da xuyakirin ku negotiye bila Şingal nekeve ser Kurdistanê.
Demirtaş û hinek berpirsên PKKê di derbarê pirsa Şingal û Kerkûkê de daxuyaniyên li dijê destkevtiyên Kurdistana Başûr dabûn. Liser vê yekê di serî de PDKê û hinek aliyên din bi tundî bersiva vê helwesta ne Kurdistanî dan.
Li Moskova peyamnêrên Rûdawê ji bo vê helwesta Demirtaş pirs jê kirin. Demirtaş li gotinên xwe yên di derbarê Şingalê de xwedî derneket û got: Daxuyaniya min çewt hatiyê tê gihandin. Min negotiye bila Şingal nekeve ser Kurdistanê. Ez dibêjim Şingal dilê Kurdistanê ye.
Herweha Demirtaş da xuyakirin ku ew tênagihê ji bo çi axavtinên wî xelet tê fam kirin. Selahedîn Demîrtaş her wiha got ku wî gotiye eger Şingal neket ser Herêma Kurdistanê nabe bikeve ser Bexdayê jî û divê bibe herêmeke xweser û wiha axivî: “Dostên me yên Başûr dizanin ku helwest û nêrîna min li ser Şingalê çawaye.”