Hêmin Hewramî bersiva Bayîk û Demîrtaş dide
Endamekê serokatiya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) di bersiva daxuyaniyên Demîrtaş û Bayîk dibêje ku, daxuyaniyên Demîrtaş û Bayîk acêndayeke û ew acênda li ser astê herêmî ji PKKê mezintir e û bername jê re hatiye amadekirin, çavên wan bi serkeftinên pêşmerge ranabin û ”em wan dilrehet dikin ku, Şingal parçeyeke ezîza başûrê Kurdistanê ye.”
Hêmin Hewramî endamê serkirdayetiya PDKê, di hevpeyvîneke xwe de digel Zagros TV li dor daxuyaniyên vê dawiyê yên Cemîl Bayîk û Salehadîn Demîrtaş dibêje: Daxuyaniya Bayîk ku, daxwaza îraqeke yekgierî û kantona Kerkûkê dike, herwesa daxuyaniya Demîrtaş ku daxwaz dike Şingal venegere ser herêma Kurdistanê, ev daxuyanî wê manayê didin ku, acêndayek heye û ew acênda li ser astê herêmî ye û ji PKKê mezintir e û bernamyek ji bû wê acêndayê hatiye amadekirin. Ew daxuyanî wê yekê nîşan dinin ku, çavê wan bi serkeftinên hêzên pêşmerge ranabin ku, di çend rojên borî de li devera Şingalê serkeftinên mezin bidest xistin. Daxuyaniyên bi wî awayî ku daxwaza xweseriyê bo Şingalê û Kerkûkê dikin bernamyek pêşwexet amadekiriye. Serkeftinên bi serokatiya serok Barzanî di warê serbazî, siyaysî, hevpeymaniya navdewletî û cîhanî ji bo kurdan bi dest xistine, Bayîk û Demîrtaş qelis kirine.
Hewramî dibêje: Bayîk û Demîrtaş me biavakirina dewleteke kurdî li herêma Kurdistanê ku qaşo dê dewletek faşîst be û mafê kirîstiyan û kurdên êzidî nade tawanbar dike, ji ber hindê ew daxwaza xweseriyê bo Kerkûk û Şingalê di çarçoveya Îraqê de dikin, ev gotin ji rastiyê dûr in, ew dixwazin bi van daxuyaniya kurdan li herêma Kurdistanê ji hev cuda bikin, lê armanca wan bi cî nayê, ji ber ku bi tenê şingalî û pêşmerge û ew aliyên ji bo Şingalê xwîn riştine dikarin û mafê wan heye li ser Şingalê baxivin.
Hêmin Hewramî pirsiyar dike û dibêje gelo kî dê mifayê ji van daxuyaniyan werbigire? Û dibêje: Yên ku naxwazin kurd yekgirtî bin ew dê mfay ji daxuyaniyên Bayîk û Demîrtaş werbigirin.