Nivîsar

Nêçîrvan Barzanî: Îdoxin birîxe

Roja çarşemiyê 24.12.2014ê li bajarê Hewlêrê, Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê herêma Kurdistanê beşdarî di merasima pîrozkirina cejina jidayîkbûna hezretê Îsayê Mesîh kir.

Di merasima de hijmareke zanayên ola mesîhî û kesatiyên mesîhî, mêvanên biyanî û hijmareke cemawerê mesîhî amade bûn

Nêçrvan Barzanî di vê merasimê de peyvek pêşkeş kir û ev li jêr teksta peyva serokwezîr:

Aamadebûyêm birêz û ezîz
Ev dema we baş

Îro, bi minasibeta jidayîkbûna hezretê Mesîh, li gelek beşên cîhanê bi hezaran hezar malbat û xêzan dicivin û xelik pîrozbahiyê li hev du dikin, diyariyan pêşkeşî hev dikin û daxwaza aşitî û serferaziyê ji bo hev du, ji bo gelên xwe û ji bo mirovatiyê dikin. Dua dikin ku sala bê xewin û hêviyên wan bi cî bên, bikaribin xizmeta dost, cîran û ew kesên ku, nikarin pêdawîstiyên xwe yên rojana dabîn bikin, bikin. Em jî di minasibet û cejinên xwe de, eynî xewin, eynî hêvî û eynî dua dubare dikin ve. Ev yek xala hevbeşa mirovatiya me ye li Kurdistanê, bê guhdana bi cudahîyên olî, mezhebî û cudahiyên neteweyî yan cudahiyên ziman.

Xewina gişt pêkhateyên vî welatî, pêkvejiyana bi şadî û aşitiyane ye. ya Kurdistanê ji gelek welatên derdûra me cuda dike, singfirehiya olî û neteweyî ye. ev yek jî hêzeke taybet, hindek caran ez dibihîsim dibêjin hêzeke yezadî, bi timama pêkhateyên Kurdistanê dide. Pesindkirina cudahiyan, qebûlkirina hev du û parastian mafên hev du pirensîpên me yên mirovatiyê di vî welatî de bihêztir dikin, bi taybetî di demên tengav û karesat û demên pêwîst de.

Herêma Kurdistanê weke hertim bûye giraveke aşitiyê, ji bo parastina wan kêmneteweyên ji tirs û gefên terorîstên DAÎŞ pena bo herêma Kurdistanê anîye.  Parastina jiyana her yek ji wan wezîfeya ser milê me hemûyane, bi hikûmet, saziyên xêrxwazî, rêxistinên cemawerî, hêzên siyasî û şexsî jî ve li bajar û gundan. Îsal me ew yek bi çavên xwe dît dema hemû pêkhateyên Kurdistanê di hewara hevwelatiyên ezîzên mesîhî û êzidî hatin û xema wan parve kir. Her kesê li gor îmkanên xwe destê alîkariyê ji bo wam koçberan dirêj kir, hindekan deriyên malên xwe vekirin û pêşwazî li gelek malbatên koçber kirin. Hevwelatiyên ezîzên mesîhî yên li cem me, weke pêkhateyeke giring a Kurdistan û Îraqê ezîz in û di vê rewşê de em hest bi êş û azarên wan dikin.

Di çend rojên borî de, me bi çavên xwe dît ka çawa pêşmergeyên mêrxasên Kurdistanê, piştî amadekirina pilaneke serbazî ya saxlem, bi mêrxasî êrîş kir ser çeperên DAÎŞ, ji bo rizgarkirina çiyayê Şingalê û gumd û bajarokên wê deverê. Di çend heftiyên borî de ji çend gundên mesîhiyan hatin rizgar kirin. Tevî terajîdiya vê havînê ku, hevwelatiyên mesîhî û êzidî ketine ber êrîşên hovaneyên DAÎŞ, niha ji bo rizgarkirina wan hewilên cidî tên kirin û ev yek jî cîyê dilxweşiya me hemûyane. Ev nîşana hebûna hêz, îmkan û xwesteke hikûmet û gelê Kurdistanê û timama pêkhateyên wê ye . ev dubarekirina soza pêkvejiyanê li Kurdistanê ye.

Gelek mixabin, piştî êrîşên DAÎŞ û koçberbûna pêkhateyên neteweyî û olî li bajêr, bajarok û gundên deverê, bêbawerî bi pêkvejiyanê dirust bû, ev jî encamekî xwezayî yê wan êrîşan û karê hovaneyên wan terorîstan bû ku, dijminayetiya mirovayetî û pêkvejiyanê dikin û tawanên wan terorîstan digel tu buhayekî mirovî û exlaqî û olî nabe û ji hemû ol û baweriyên asîmaî û enasîmanî dûr in. Ji ber ku hemû ol ji bo aşitî, aramî, avadankirin, pêkvejiyan û hevduqebûlkiirnê hatine.

Ji encamê tawanên wan terorîstan, em dibihîsîn ku, gelek dixwazin ber bi derveyê welêt koçber bibin. Em di vê hestkirina we bi kêmdesthilatiyê têdigihin. Em di vê hestkirina we bi bêhêvîtiyê têdigihin, lê bila ji bîra me neçe ku, salên 80î û 90î sedsala borî, tirajîdiyeke bi vî awayî bi serê beşek mezin ji şêniyên Kurdistanê de hat, bi taybetî di dema êrîşên hovaneyên Bassê li jêr navê Enfal de, lê hîngê em ji welatê xwe derneketin.

Eger hîngê em hemû ber bi derveyê welêt koçber bûna, niha em ne xwediyê warê xwe bûna, niha dê me nedikarîba welatê xwe avadan bikin ve, nuh dê me nedikarîba di hewara tu kesî de biçin. Di wan demên dijwar de, kêm kes di hewara gelê Kurdistanê de hatin, lê tevî hemû diwariyan jî, şêniyên vî welatî bi hemû pêkhateyên xwe ve, pêngav bi pêngav xwe serhev kir û jiyan dirust kir, mal û gundên xwe avadankirin, mîn jinavbirin, rê û cade dirust kirin, bazirganî hêdî-hêdî vejiya. Kaniyên Kurdistanê vebûn û hêviya jiyanê li Kurdistanê serîhilda ve. Teyr û tewal vegeriyan ser cîyên xwe.

Di vê kêlîka dijwara dîrokî de, daxwazê ji hevwelatiyên ezîzên xwe yên mesîhî û êzidî, şebek, tirkman û timama pêkhateyên din dikim ku, li hember tirsa dijmin, ew dijminê bêbuha ku, jiyê wan gelek nemya, sebira wan gelek mezintir be. Ew dijminê lêdixebite ol û neteweyên Kurdistan û Îraqê bifewtîne, lê divê xwesteke parastina welêt û gel ji gefên dijminan bihêztir be. Çênabe em welatê xwe ji bo dijminan çol bikin. Divê xewina vegeriyana me ji bo gund û deverên me ji tirs, gef, birçîtî û kêmderamtiya îro heye, gelek bihêztir be.

Mesîhîyên vî welatî, rehûrîşên bi hezaran salan hene û hezareha sale digel pêkhateyên din li vî welatî, bi aşitî û birayane pêkve jiyane û bi hev re vî welatî ava dikin. Meseleyê têkelî bi jimare, kêm û piraniya rêjeya rûniştvanan ve nîne, meseleyê peywendî bi resenî, dêrînî û dîroka hezaran salan ya mesîhîyan û beşdarîkirina wan di binyatdanan, pêkvejiyan û rêvebirina vî welatî de heye. Mesîhî yek ji pêkhateyên resen û xwediyê vî welatî ne. Ew li vir, li welatê xwe dikarin dîrok, nuha û paşeroja xwe biparêzin. Ew li vir, li welatê xwe, li ser warê bavê kalan, dikarin keltur û taybetmendiyên xwe biparêzin. Ne li cîyekî din, ne li cografiya û welatekî din.

Vê carê gelê Kurdistanê û kurdistanî ne bi tenê ne,  her weke hûn jî dizanin, vê carê gelek welat di hewara Kurdistanê de hatin. Gelek hikûmet nuha digel me di şerê dijî terorê de beşdar in. Eger pêş vê havînê, me hest bi wê yekê kiribe ku, li hember gefên terorê û êrîşên DAÎŞ em bi tenê ne, niha hêzên navdewletî hevakriya me dikin, li asîman û li ser erdê, piştgiriya xebatên me dikin ji bo rizgarkirina wan deverên ketine jêr destê wê hêza dijî mirovatiyê.

Ez daxwazê dikim bila rojeke weke îro, roja nûkirina hêviyan be bo vegerandina gişt koçberan bo ser warên wan. Bila rojeke weke îro, çirayeke nû bo jidayîkbûna hêviyan, bo paşerojeke geş, bo pêkvejiyana aşitiyaneya hemû pêkhateyên Kurdistan û Îraqê pêxin. Bila rojeke weke îro, roja yadkirina qurbaniyên me be, ji bona serberzî, serferazî, azadî û aşitîya Kurdistan û hemû kurdistaniyên di vî welatî de dijîn.

Li dawiyê, ez hez dikim li vî cî pîrozabahiya cejinê li cenabê patiryakê birêz û kenîseyên din yên Kurdistanê û Îrqê û bi rêya wan jî cejinê li yek bi yek reiye û bawermendin û timama kenîse û tayîfeyên mesîhî li Kurdistan, Îraq û cîhanê pîroz bikim.

Cejina we pîroz be
Îdoxin birîxe
Îd mîlad seyîd
merry Christmas

Back to top button