Larîcanî: Heta dawiyê Îran palpiştê Kurdistanê dibe
Îro în 26.12.2014 li bajarê Hewlêrê birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Elî Larîcanî Serokê Encûmena Şûraya Îslamiya Îranê û şandekî li gel kir ku ji hejmarek Nûner û Endam û Şêwirmendên Encûmena Şûraya Îslamiya Îranê û Murteza Ebadî Konsolê Giştî yê Komara Îslamiya Îranê li Hewlêr pêkhatibûn û li gel wan civînek saz kir.
Li vê kombûnê da ku Yusif Mihemed Sadiq Serokê Parlemen, Nêçîrvan Barzanî Serok Wezîrê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Mesrur Barzanî Şêwirmendê Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê, Ce’fer Emînkî Cîgirê Serokê Parlemen, Mistefa Seyîd Qadir Wezîrê Pêşmerge, Kerîm Şengalî Wezîrê Navxo û Sefîn Dizeyî Peyvdarê Hikûmet û Felah Mistefa Berpirsê Fermangeha Peywendiyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Newzad Hadî Parêzgerê Hewlêr amade bûn, Serok Barzanî bi xêrhatina Serokê Encûmena Şûraya Îslamiya Îranê û şanda li gel kir û vê serdanê bi destpêka qonaxekî nû ya peywendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Komara Îslamiya Îranê da zanîn. Serok Barzanî spasî gel û Hikûmeta Komara Îslamiya Îranê kir ku wekî ku çawa li rojên teng de li qonaxên pêşî ya piştevan û penageha xelkê me bûn, li şerê terorîstên Da’îş jî hevkar û palpiştê Herêma Kurdistanê bûne. Li dirêjahiya axaftina xwe de Serok Barzanî ji bilî balkişandina li ser dîrok û kultûr û berjewendiya hevbeşa di navbera her dû aliyan eve jî xisterû ku her me eve ji gelê Îran û Komara Îslamiya Îranê hêvî dikir ku palpişt û dostê me bin. Her wiha di derbarê şerê teror û tehdîdan de balkişand li ser wê yekê ku teror tehdîdeke li ser hemû gel û welatek ji bo wê yekê bi navê têkşikandina teror û nehiştinê de, her çende nakokiyên siyasî di navbera welatan de jî hebê, lê belê pêwîste ji bo dijayetîkirina terorê li gel hevdû hevkar bin.
Her li vê civînê de Serokê Encûmena Şûraya Îslamiya Îranê spasiya wê pêşwaziyê kir ku li wan û şanda li gel wan hatiye kirin û eve jî ji bo Serok Barzanî xisterû ku hatiye ji nêzîk ve di derbarê tehdîdên terorê de danustandina bîr û ramanan bikin û ji aliyê welatê wan ve jî tehdîda terorê gelek cîddiye û hemû aliyek dike armanc û pêwîste jî welatên navçeyê rola xwe ya li dijayetîkirina terorê de bibînin. Serokê Encûmena Şûraya Îslamiya Îranê xweşhaliya xwe jî bi wê yekê nîşanda ku Herêma Kurdistanê li şerê dijî terorê de ciddî û serkeftiye û yarmetîdana Herêma Kurdistanê jî bi erkekî dostaneya welatê xwe zanî û ragihand ku Komara Îslamiya Îranê heta dawiyê li şerê dijî terorê da hevkar û palpiştê Herêma Kurdistanê dibe.
Her li vê hevdîtinê de her dû alî tekez li ser pêşxistina peywendiyên di warê siyasî û çandî û aborî û her wiha parastina berjewendiyên hevbeş yên her dû aliyan kir.
Hêjayî gotinêye ku her îro Serokê Encûmena Şûraya Îslamiya Îranê li gel şandekî Parlemena Komara Îslamiya Îranê serdana bajarê Hewlêrê kir û li Firokxaneya Navdevletiya Hewlêrê ji aliyê Serokê Parlemen û Serok Hikûmeta Herêma Kurdistanê û hejmarek berpirsên siyasî û îdariyên Herêma Kurdistanê ve hate pêşwazî kirin û paşê jî şanda Encûmena Şûraya Îslamiya Îranê û Serokê Parlemena Kurdistanê û Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê serdana nava bajar û qelaya Hewlêrê kirin.