Polîtîk

Serok Barzanî li gel Parêzgerê Musilê civiya

Îro în 26/12/2014 li bajarê Dihokê birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li gel Esîl El Nûceyfî Parêzgerê Nînowa civiya.

Li vê kombûnê da Parêzgerê Nînowa bi helkefta serkeftinên Pêşmerge ya li operasyona azadkirina devera Zummar û Rebî’e û Şengalê pîrozbahiyê li Serok Barzanî kir û ragihand, azadkirina devera Şengalê û serkeftina Pêşmerge hevkêşeyan gûherî û hêviya runiştvanên parêzgeha Nînowa bilind kir. Her wiha behsa rol û amadebûna Serok Barzanî ya li bereyên ceng kir û bi bandor û karîger wesif kir.

Her li vê kombûnê da rewşa bajarê Mûsilê hate nirxandin û behsa plana azadkirina Mûsilê li jêr destê Da’îşê kir û tekez li ser beşdariya runiştvanên bajarê Mûsilê li azadkirina vî bajarî ji destê terorîstên Da’îşê kir.

Back to top button