Nijadperestên Tirk êrîşê Cizre Sporê kirin
Li Tirkiye û bakurê Kurdistanê siyaset tevlî her tiştekî bûye. Tim a Cizirê ya fotbolê di çerçova bernameya xwe de çû Antalya /Serik daku li gel Tima fotbolê ya Serika navçeya Antalya yariyê bike.
Dema yarî dihat leyiztên aligirên Serikê li dijê Tima Cizîrê destpêkirin sloganên nijadperestî gotin, xeber kirin her gotinên nijadperestê bi karanîn. Yarî 1 bi 1 dawî hat. Piştî yariyê alîgirên Serik Sporê êrîşê yarîzanên Cizîrê kirin 3 yarizan birîndar bûn.
Li ser vê bûyera nijadperest serokê Cizre Sporê Maruf Sevinç daxûyaniyek da û got: Ev yek terora fotbolêye , ne li gora ehlaqê sporêye, em bi xemgînî ji Serikê rêdikevin .
Ev yek wek nûçeyekî derbas dibe. Gelek cara di yariyên fotbolê de di nava aligirên Tima de şer derdikeve û gotina ji hevre dibêjin. Lê ev di çerçova leyztikan de ye. Ya li Serikî li himber Cizre Sporê bûyî û gotina sloganên nijadperstî tevlîbûna siyasetê ya sporêye û herweha encama wan gotarên “Biratî û Aşitiya“ sexteye.
Gelek cara li bajarên Tirkiye li himber Timên Kurdistanê yê fotbolê ev yek çêbûne. Ev encama siyaseta ku dewlet her kurdekî wek potansiyelek tawanbar dibînê ye û ev siyaseta nijadperest di nava xelkê de jî belav bûye.
Ji aliyek din ewên dehên salana bi awayekî, behsa Tirkiyebûnê dikin û gotara “ Aşitî û Birayetî“ ya sextet bi kar tînin dibin zemîn ji bo siyaseta nijadperest jî.
Ev yek li hemû deverên di nava Tirkan de belave û ji derê forbolê jî gelek cara êrîşê kurda kirine .
Li bajarên Tirkiye gelek cara insan ji bo tenê kurdin bûne armanca êrîşên nijadperestên Tirk, gelek cara di encama van êrîşnda kurda jiyana xwe ji dest daye.
Cihê ku nijadperestî û siyaseta li ser nijadê tê avakirin lê hebî, civat neyariya hev dike û toxmê nijadperstiyê civatê dike du beş û çavê dijmina li hev dinêrin.
Nûçe/Analîz
R.K