Biryar bû ku îro roja 19.02.2019ê parlementoya Kurdistanê bicive û li gel serokê Parlementoyê desteya rêveberiya parlementoya Kurdistanê hilbijêre, da ku parlemento bikaribe dest kar û xebata xwe bike.

Hemû aliyên siyasî yên Kurdistanê tevlî civîna parlementoyê dibe, tenê YNK problema dertêxe û tevlî civîna îro nabe. Bê guman ev yek dibe sedemek mezin ku li Kurdistanê dezgehek wek parlementoyê nikare role xwe yê pêwist bileyze.

Berpirsek yê YNK da xûyakirin ku:Îro demjimêr 15:00 meclisa  Serkidetiya YNKê dicive û civîna Parlementoya Kurdistanê jî heta demjimêr 19:00 hat paşxistin.

Niha ji bo çi YNK vê yekê dike ? YNK ji berî her tiştekî di nava xwe de ne yek denge û gelek nawendên biryarê di nava YNKê de hene. Ji aliyek din ve ji derê Îrada Îranê nikare biryarê bide. Dema ku Goran biryara tevlîbûna rûniştina parlementoyê da, ji aliyê YNKê ve hate tehdît kirin.

YNK pirsa du îdarî li dijê PDKê û aliyên din wek çekekî bi kar tîne. Raste YNK ne xwedîyê biryara xweye, di nava xwe de yek sere. Lê gelo heta kengê dê PDK û aliyên din di bin provakasyon û tehdîdên YNKê de desthilatdariya Kurdistanê rêve bibin. Nabê aliyên din li gora YNKê xwe bi guncînin.

Raste hêzêk leşkerî ya girêdayê YNKê heye, YNK doza du îdaretiyê dike. Başê heta kengê dê ev pirsgirêk di rojeva siyaseta Başûrê Kurdistanê de be?

YNK dide xûyakirin ku heta em û PDKê li hev nekin em tevlî civîna parlementoyê nabin, yanî hewl dide  hinek tawîza ji PDKê bistîne.

Ev helwesta YNK problema dertêxe holê,lê ji bo YNK qiyasa xwe bigre, divê civîna Parlementoyê çêbibe û eger di aliyê yasayî de piranî kom bibe û herweha cardin bi yasayî bikaribe serokê parlementoyê hilbijêre gerek aliyên tevlî civîna Parlementoyê dibin vê erka xwe bi cih bînin. Hingê YNK ji derveyê desteya rêveberiya parlementoyê dimîne. Eger YNK bi karibe vê mesuliyetê rabe bile kerem bike helwesta xwe ya li ser berjewendiyên kesayetî hatî avakirin berdewam bike.

Eger YNK xwedî vê helwesta xelet be di nava xwe de wek dîwarekî rizî birûxe û ji qada siyasî bê şûştin.

Heta ku bi nermî,  ji bo berjewendiyên Kurdistanî , ji bo kêmkirina probleman û ji bo avakirina îstikrarê pêwendî li gel YNKê têne danin YNK vê yekê îstiklal dike û naxwaze li gel yekalikirina mala kurd be.

Divê YNK têbigihê ku, ji derê wan hukumet tê avakirin û parlemento dicive û dikare biryara bigre û rêveberiya Kurdistanê bê avakirin.

Nûçe/Analîz

R.K.

 

 

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: