Nijadperestên Tirk direyên
Ji bo rewrisma sundxwarina serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, wezîrê derve yê Tirkiye Mevlut Çavuşoglu bi navê hukmeta Tirkiye serdana Hewlêr kir. Cîgirê serokê AKPê Mehdî Eker jî li gel Çavuşoglu li Hewlêrê bû. Çavuşoglu li Hewlêr li gel serok Barzanî, û gel Nêçîrvan Barzanî hevdîtin pêkanîn û tevlî rewrisma sundxwarinê bû.
Ev rewrism ji aliyê Parlementoya Kurdistanê ve hatibû li darxistin. Ji bo mevana û beşdaran hola parlementoyê teng bû. Rewrisim wek civîna asayî ya Parlementoya Kurdistanê li holek mezin hate kirin.
Di destpêka civînê de, seroka Parlementoya ji bo rawestandina xuleyekî ji bo rêzgirtina şehîdên Kurdistanê daxwazî kir. Hemû beşdarên civînê ji bo rêzgirtina şehîdên Kurdistanê rabûn û xulekî sekinîn. Bê goman wezîrê derve yê Tirkiye jî ji bo rêzgirtina şehîdan rawestiya.
Heta vê derê her tiş normal e, lê ya xerîb ewe ku li Tirkiye di cih de nijadperst , çep û Kemalistan êrîşê wezîrê derve kirin û gotin“ Çavuşoglu ji bo rêzgirtia qaşo şehîdên Kurdistanê rawestiya, ev yek nayê qebûl kirin.
Bi van gotinan cardin li ser rewşa AKPê û hatina wan ya tevlîbûna rewrisma sundxwarina serokê Kurdistanê gotubêjek destpêkir. Cardin nijadperestên Tirk êrîşê başûrê Kurdistanê dikin. Ji bo serdana Çavuşoglu rexneyên giran li hukumeta Tirkiye dikin.
Di heman rewrismê de gelek aliyên siyasî li bakurê Kurdistanê jî hazir bûn. Gelek kesayetên Kurd amadebûn. Lê Kemalista cardin êrîşê Kurdistanê kirin û ji bo helwesta AKPê di vê mijarê de rexneyên giran kirin û dikin.
Dema mirov berê xwe bidêyê li Tirkiye, Çepên Netewî û Kemalist nave Kurdistanê tehemûl nakin. Her gava firsetekî bibînin êrîşê destkeftiyên Kurdistanê û heta nave Kurdistanê dikin. Di lîteratora wan de, her tişta Kurdistanê qaşoye. Qaşo hukumeta Kurdistanê, qaşo serokê Kurdistanê, qaşo şehîdên Kurdistanê.. Ev yek dirêj dibe ji bo wan li bakur jî Kurd Qaşone..
Lê mixabin Kurd bi rêyek şaş li ser siyaseta ku, HDP diafrînê pişgirya van çepên netewî û nijadperestên Tirk dikin.
Her aliyek Tirkiye ji bo Kurdan gavekî erênî bavêje , dive pişgiriya wê gave bête kirin. Nabê mirov bibe mehkumê siyasetên çewt û di bin bandora propagandeyên derew de helwesta xwe kifş bike.
Ew kesên ji bo rewrisma serokê herêma Kurdistanê rexna li Çavuşoglu digrin, ew faşîstin û nijadperestên Tirkin û dijminatiya Kurd û Kurdistanê berdewamî dikin.
Nûçe/ Analîz
Rojevakurd