Cîhan

Japonya pîrozbahiya Nêçîrvan Barzanî dike

Di nameyekê de, Wezîrê Derve yê Japonê, Taro Kono pîrozbahî li Nêçîrvan Barzanî kir ku îro di merasimekê de sonda yasayî xwar û bi fermî weke Serokê Herêma Kurdistanê dest bi kar kir û hêviya serkeftinê di erkê nû de ji Nêçîrvan Barzanî re xwast.

Taro Kono pesnê rola serkirdetiya Nêçîrvan Barzanî di heyama serokwezîrtiya Herêma Kurdistnaê de daye, bi taybet rola Nêçîrvan Barzanî di derbaskirina wan kirîz û astengan de, ku di wan salên dawiyê de tûşî gelê Krudistanê bibûn, bilind nirxand.

Taro Kono herwiha têkezî li ser bêtir xurtkirin û pêşxistina pêwendiyên navbera Herêma Kurdistan û Japonê kir.

Wezîrê Derve yê Japonê, tekezî li ser piştevaniya welatê xwe ji bo hewlên Herêma Kurdistanê yên ji bo avakirin, pêşketin û geşekirirnê kir.

Back to top button