Nivîsar

Neheqiya ku hin medyên başûrê Kurdistanê dikin!!!

Helwesta hin medyayên başûrê Kurdistanê vê bi şiklekî weha diyar dikin ku kî/ê berê dijminatiya Barzaniyan KDP û rêbaza pîroz kiribûn, îro yên herî bi qîmet bûne ew.

Bûbê Eser

Hin ji medyayên başûrê Kurdistanê bûne paqijkirin û rûsîpîkirina hin cahş, xwefroş û dijminên Barzaniyan û rêbaz pîroz ku berê karê wan tenha dijminaytiya wan bû. Hin ji wan kesan heta demeke berê ji karê wan tenha dijminatiya Barzaniyan bû.

Lê em kes û hin kesayetî newêrin behsa vê bikin. Ji ber ku wan medyayê vê dikin, amborgo datînin ser mirovên girêdayî rêbaza pîroz ku hemî temen, kar û xebatên xwe di ber xebatên Barzaniyan yên sed salan û rêbaza pîroz de terxan kirine. Li me weha kirine ku em nema dikarin rastiyê bêjin. Dema em dibêjin jî dibe agir û bi me dikeve. Bi salan ambargo datînin ser me ku deng û helwestên me ji raya giştî re eşkere nebin.

Hin ji Televizyon û medyayên başûrê Kurdistanê ku bi saya tekoşîna sed salan ya Barzaniyan û bi xwîna pêşmêrgeyên qehreman hatine damezrandin. Bûne wergeh û cih dana hin xwefroş û cahşên ku li hember Barzaniyan xwîn verdişiyan. Loma jî medyayên ku wan kesên berê dijminatiya Barzaniyan dikirin, derdixin bernameyên xwe û di organên xwe de pesnê wan didin. Heyfe…

Lê qet nayê bîra rêvebirên wan medyayan ku behsa berhemên bi kedên zor û zehmet li ser rêbaza pîroz û berxwedana sed salan ya Barzaniyan hatine nivîsîn, bikin mêvanê bernameyên xwe. Di organên xwe de behsa wan xebatên hêja û delal bikin. Behs bikin da ku ew berhemana di nava gel de bêne belavkirin.

Ev helwesta hin medyayên başûrê Kurdistanê çi bi zanebûn û çi jî bi nezanî dilê kesên xebatkarên rêbaza pîroz dihêle ku ji kar û nivîsandina berheman dûr bikevin. Ev du caran heyfe…

Ma gelo qet kontrolek, komîteyek an rêvebirek ku medya başûrê Kurdistanê bişopînin an kontrol bike tune ye? Heger hebe çima tiştên weha ne li rêzê nabînin? Heger tunebe hê xerabtir e. Li gor min divê hin dezgeh, komîte an rêvebir hebin ku medyayên başûrê Kurdistanê kontrol bike. Li vê cîhanê tu tiştek bê serûber nabe.

Heger rewş weha bidome dê gelek nivîskar û xebatkarên li ser xeta rêbazê aciz bibin. Heta dikarin dest ji karê xwe jî berdin. Ser sedama vê jî dê ew medyayên li başûrê Kurdustanê bin ku qîmet û rûmeta hunermed û nivîskarên ku berê dijminatiya Barzaniyan dikirin ku îro qîmet û rûmeta wan ji yên ji roja roj de karê xwe, berhemên xwe, helbestên xwe û stranên xwe li ser tekoşîn û berxwedana Barzaniyan ya sed salan nivîsîbûn û dinivîsînin, bi qîmetir bûye. Sê caran heyfe…

Bi hêvî me ku  desthilata başûrê Kurdistanê û bi taybetî Barzaniyên ku bûne hêviya hemî kurdan, yên tekoşer, welathêz, dîplomat û hemî Barzanî vê rewşê berçav bikin da ku dilê kes û kesayetiyên ji bona rêbaza pîroz bi serkeve, jiyana xwe terxan kirine, bibînin û hewl bidin dilê wan ji xebatên wan yên li ser rêbaza pîroz sar nebe. Niha hin medyayên ku qîmeta cahş, xweroş û dijminên rêbaza pîroz bûn, di ser ya dilsozên vê rêbazê re girtin û digirin ne maqûl, ne însanî û ehlaqî ye.

Helwesta hin medyayên başûrê Kurdistanê vê bi şiklekî weha diyar dikin ku kî/ê berê dijminatiya Barzaniyan KDP û rêbaza pîroz kiribûn, îro yên herî bi qîmet bûne ew. Ev helwest jî dilê gelek, nivîskar, hunermend û hozanên girêdayî vê rêbaza pîroz û pê bawerin, diêşîne.

Ji dêlva van xwefiroş, cahş û dijminên Barzaniyan derxin bernameyên xwe, berhemên li ser vê rêbazî li gel nivîskarê wê derxin, ma wê ne baştir û maqûltir be. Ji ber ku dixwazin xwefiroşan derxin pêş û yên dilsoz û xebatkarên rêbaza pîroz jî bidin ji bîrkirin. Ev jî şermezariyeke mezintirîn kar e.

Ez bi hêvî me ku wê rêvebirên herêma Kurdistanê û bi taybetî Barzanî vê rewşê bişopînin û rê neden kesên ku berê dijminatiya rêbaza pîroz, Barzaniyan û KDP kiribûn ku di dilê wan de hêjî ew dijminatî heye, bi azadî û serbilindayê derkevin tv yên bi xwîna pêşmêrgeyan hatine vekirin.

Bes e êdî dilhiştina kes û xebatkarên ku jiyana xwe ji bona parastina rêbaza pîroz û tekoşîna zêdeyî sed salan ya Barzaniyan, terxan kirine û dikin.

Ez jî weke nivîskarekî kurd ku bêtirîn xebat û berhemên min li ser rêbaza pîroz, xebat û rûreşiya pkk ya wêraniya kurdan e, dilbiêş im. Xemgînim û difikirim ku gelo çima hin medya û tv yên başûrê Kurdistanê vê dubendiyê dikin. Ma gelo heta ku mirov dijminatiya Barzaniyan neke, wê hin televizyon û medyayên başûr Kurdistanê dê cih ne de me re???

Back to top button