Civak
Eger îro hilbijartinek çêbibe..?

Optimar Research, li 81 parêzgehan rapirsînek pêkanî û encamên wê belavkirin. Encama derketî holê gelekî balkêşe û raya giştî ber bi fikarên nûve dibe.
Lêkolînek li seranserê Tirkiyeyê û bakurê Kurdistanê di navbera 22-30ê Çile de bi karanîna rapirsînekî rêya telefonê li gel 2,000 kesan hate kirin û daneyên balkêş der barê meylên dengdêran de derketine holê. Li gorî encamên rapirsînê, piştî belavkirina dengdêrên bêbiryar, ferqa di navbera AK Partî û CHP de bi qasî %8 xûya dike.
BERÎ KU DENGDANÊN BÊBIYAR BÊN BELAVKIRIN
- Partiya AK: %30.8
- Partiya Gel a Komarî (CHP): %23.9
- Partiya DEM: %11.2
- MHP: %8.4
- Partiya İYİ: %6.7
- YRP: %2.6
- Partiya Zafer: %2.3
- BBP: %0.7
- Yên Din: %1
PIŞTÎ KU DENGDANÊN BÊBIYAR BÊN BELAVKIRIN
- Partiya AK: %35.2
- CHP: %27.3
- Partiya DEM: %12.8
- MHP: %9.6
- Partiya İYİ: %7.6
- YRP: %3
- Partiya Zafer: %2.6
- BBP: %0.8
- Yên Din: %1.2


