Polîtîk

Metîner di derbarê pirsa Kurd de hîşyarî dide Erdogan!

Mehmet Metîner di nivîsa xwe ya rojnemeya Yenî Şafakê de hişyarî da Erdogan û AK Partiyê. Metîner got, “Çareseriya ‘pirsgirêka Kurd’ tê wê wateyê ku êdî ‘pirsgirêkên Kurd’ nemane?”

Nivîskarê Yenî Şafakê Mehmet Metîner di nivîsa xwe de derbarê pirsgirêka Kurd de nirxandinan dike. Metîner hişyarî da Erdogan û got ku divê bi feraseteke ku li ser “pirsgirêk û daxwazên kurdan” werê sekinandin û pêwiste hinek tişt bikevin jiyanê.

Xalên girîng ên gotara Metîner wiha ne:

“Rast e, êdî ‘pirsgirêka kurd’ ku ji înkarkirina nasnameya etnîkî derdikeve, nemaye. Rast e, ‘pirsgirêka asîmîlasyonê’ ku sûcê mirovahiyê ye, êdî nemaye. Rast e, êdî polîtîkayên dewletê yên zalim û zordar nînin.

Polîtîkayên bi zanebûn û sîstematîk ên înkar û asîmîlasyonê yên li hemberî gelê kurd ê bindest û misilman bi saya Erdogan bû dîrok. Polîtîkayên hovane bi dawî bûye. Ez weke kurê gelê Kurd çikasî spasiya Erdogan bikim hindike.

Ji ber vê yekê çareseriya ‘pirsgirêka Kurd’ tê wê wateyê ku êdî ‘pirsgirêkên Kurd’ nemane? Yan tê wê maneyê ku êdî ti daxwazên kurdan nemane? Qet!”

Metîner îdia dike ku, kesek yan jî hinek ‘bûn sedem ku Erdogan û AK Partî bi vî rengî bifikirin’. Hinek dibûjin ku;, “Me pirsgirêka Kurd çareser kir, niha çi dixwazin, çima ji vê rêxistina ku ji xwînê pê ve tiştek nade wan naqetin.” Wî got ku nêrînên bi vî rengî dibe sedem ku, gelê Kurd li himber vê serhişkiyû berteka nîşan bide.

Metîner dibêje: “Ji ber vê yekê jî Erdogan di serdema nû de divê û bi têgihiştineke ku li ser “pirsgirêk û daxwazên kurdan” bisekine, siyaseteke serkeftî rêvebibe û li ser daxwazûn Kurda bisekine û wan daxwazan bûxe jiyanê.

Back to top button