Mesrûr Barzanî: Pesindkirina yasaya çaksaziyê pêngavek dîrokiye
Mesrûr Barzanî, Serokwezîrê Kurdistanê, derbarê pesendkirina projeyasaya çaksaziyê ji aliyê parlamentoya Kurdistanê ve daxuyaniyek belav kir û destxweşî li parlamentoya Kurdistanê kir derbarê pesendkirina projeyasayê de.
Serokwezîrê Kurdistanê, pesendkirina projeyasa çaksaziyê weke pêngaveke ber bi Kurdistaneke bihêztir bi nav dike û dibêje ku qanûna çaksaziyê belgeyeke zelale li ser pabendbûna Hikûmeta Herêma Kurdistanê ku sînorekî ji bo diyardeya gendeliyê dane.
Serokwezîr dibêje: “Ev pêngaveke dîrokî ye bo Kurdistaneke bihêztir” û herwiha raghand, “Ev proje beşeke girîng a karnameya kabîneya 9an a Hikûmeta Herêma Kurdistanê bû ji bo bersivdana xwestek û daxwazên hevwelatiyên Herêma Kurdistanê yê ji bo encamdana çaksaziyan. Armanc jî rêkxistina xercên giştî, cîbicîkirina dadperweriyê ji bo fermanberan û kesûkarên serbilindên şehîdan û Pêşmergeyên qehreman.”
Serokwezîrê Kurdistanê di wê daxuyaniya xwe de hemwelatiyan piştrast dike û dibêje, “Teksta dawiyê ya wê qanûnê dilinyayî girîng tê de ye derbarê mûçe û îmtiyazên fermanbver û miaşgiran bi awayekî ku kesên şayeste mafên wan parastî dibin.”
Serokwezîrê Kurdistanê dibêje piştî pêkanîna kabîneyê di tîrmeha sala derbasbûyî de, wan demildest komîteyeke li hikûmetê pêk anî bo pêdaçûn û bihêzkirina reşnivîsa projeyasaya çaksazî û got, “Çaksazî proseyeke berdewam e û dê hemû kertan li xwe digire.”