Berdevkê Wezareta Berevaniyê ya Amerîkayê (Pentagon), derbarê bicihkirina serbazên Amerîkî li Herêma Kurdistanê, piştî êrişa li ser binkeya Eyn Esed li Enbarê dibêje, “Di hefteyên derbasbûyî de, me hindek tevger encam dabûn, ew jî ji bo bihêzkirin û herwiha birina wan bo cihekî ewle.”

.Supaya Pasdaran a Îranê jî ji bo tolhildana Qasim Sulêymanî, Fermandarê Supaya Quds a Supaya Pasdaran, bi mûşekan êrişî binkeya Eyn Esed a hêzên Amerîkî kir li parêzgeha Enbar a Iraqê.

Berdevkê Wezareta Berevaniyê ya Amerîkayê Jonathan Hoffman, derbarê êrişên li ser binkeyên Amerîkayê û dawîn pêşhatên li navçeyê, bersiva pirsên peyamnêrê Rûdawê li Washingtonê da.

Li ser pirsa, “Te behsa hejmareke êrişên navxwe kir bo ser hêzên li Iraqê, derbarê êrişa mûşekên balîstîkî ya Îranê, we bîr li wê kir ku hêzên xwe veguhêzin bo cihekî selamettir li Iraqê weke Herêma Kurdistanê ku pê naçe êrişên navxweyî yên milîşeyan tê de bin?” Berdevkê Pentagonê dibêje, “Derbarê Iraqê de, em dibînîn ku fermandariya meydanî biryar li ser wê dide baştirîn cî ji bo parastina hêzan kuder e. Me di hefteyên derbasbûyî de hinek tevger encam dan, ew jî ji bo bihêzkirin û herwiha birina bo cihekî ewle. Derbarê  ku hêzên me li Iraqê li kuderê dibin, ev  peywest e bi fermandariya meydanî û ew biryar dide ka divê hêzên me li ku bin û ku derê meşq û rahênan û çalakiyên rûbirûbûna DAIŞê encam didin.”

Li ser pirsa, “Derbarê Sûriyê de, Rûsya pêda diçe ku hêzên zêdetir bişîne parêzgeha Hesekê ku hinek hêzên we li wir in. Gelo ev bi hemahengiya li gel Amerîkayê ye û hûn dikarin derbarê armancên nû yên Amerîkayê li Sûriyê dawîn zanyariyan bidin?” Jonathan Hoffman ragihand, “Derbarê Sûriyê de ti zanyariyeke me pê nîne, li ser tevgerên serbazî yên Rûsyayê. Armanca me li Sûriyê weke xwe ye û em berdewam in li ser lawazkirina DAIŞê û herwiha encamdana operasyonan di wê çarçovê de.

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: