Li Yemenê wek komkujiyê êrîşa întiharî

Li paytexta Yemenê Sanayê îro êrîşeke întiharî a mîna komkujiyê pêk hat. Vê sibê, yekîneyeke leşkerî a ku hazirîya pîrozbahiya sibe a ji bo salvegera yekbûyîna Bakur û Başûrê Yemenê dikir, kesekî ku uniformaya leşkerî lixwe kiriye bombeya bi xwe ve girêdaye teqand. Di encama vê êrîşa întiharî de tê ragihandin ku herî kêm 100 leşkerî jiyana xwe wenda kiriye.

Êrîş, li qada Sebîn a paytextê hat lidarxistin û hat gotin ku li cihê êrîşê 2 bombeyê zindîyên din hebûne û ew hatine bêtesîrkirin.   

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: