Kultur
Mîhrîcana Fîlm li Amedê dewam dike

Li Amedê, îsal dûyemin Mihricana Filmamedê, bi govend û mûzîk û bi resepsîyonekê dest pê kir. Di navbera 20 û 26ê gulanê de, ji bo bîranîna şehîdên Roboskiyê, ji bo 34 xortên hatin kuştin, wê 34 belgefilm werine raberkirin. Herkes kare wek temaşevan beşdarî mîhrîcanê bibe.