Polîtîk

Pêncemîn pêşangeha navdewletî a bînasazî hat vekirin

Kameran Ehmed wezîrê avadankirinê yê hikûmeta herêma Kurdistanê, bi amadebûna waliyê Hewlêrê, pêvemîn pêşangeha navdewletî a bînasazî, avadankirin û amêrên pêşesazî yê, duhî li Hewlêrê vekir.

Di destpêka merasima vekirina pêncemîn pêşangeha navdewletî a bînasaziyê de, gelek peyv hatin pêşkeş kirin. Waliyê Hewlêrê Newzad Hadî peyvek pêşkeş kir û wî di axavtina xwe de behsa pêşkeftina herêma Kurdistanê di waê aborî, bazirganî û sermayerazandinê de kir.

Wezîrê avadankirinê yê hikûmeta Kurdistanê, di peyvekê de spasiya komîteya amadekar a pêşangehê kir û ew pêngav, ji bona lihevnêzîkbûn û naskirina baştirîn amêr û alavên bînasaziyê, bi pênagev gelek giring wesif kir.

Di berdewamiya axavitina xwe de, wezîrê avadankirinê behsa rewşa aram a herêma Kurdistanê kir û got ku rewaş bi îstîqrar a herêma Kurdistanê ji bo encamdana karên hilbirînê û sermayerazandinê li herêma Kurdistanê, rewşwke minasib e.

Back to top button