Polîtîk

Heta hefteyekî Malikî tê guhertin

 

 

Serokê Parlementoya Îraqê Osame Noceyifî ragihand ku, di civînên aliyên siyasî li Hewlêr û Necef pêkanîn, li hevhatine ku, heta heftiyekî muhlet dane hevpeymaniya niştimanî ya Iraqê daku Nuri Maliki biguhere.

Serokê parlementoya Iraqê di daxuyaniya xwe de got ku, aliyên siyasî yên Iraqê, gihiştine wê baweriyê ku divê Malikî bê guhertin. Herweha li ser vê yekê biryarek hevbeş girtine. Aliyên siyasî Iraqî ji bo guhertina Maliki daxwaziya xwe gihandine hevpeyvîna niştimaniya Iraqî.

Serokên aliyên siyasî heta heftiyek dem dane hevpeymaniya nîştimanî ya Îraqê, daku kesek din di listeya xwe de şûna Nuri Maliki ji bo serokweziriyê destnişan bikin.

 

 

Back to top button