Polîtîk

Divê samanên xwezayî bi hişyarî bê karanîn

 

Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di konferansa enerjiyê li Hewlêr axavtinen kir. Nêçîrvan Barzanî di vê axavtina xwe de, ji bo pêşeroja herêmê û Kurdistanê peyamên balkêş dan. Ji bo giringiya vê yekî em axavtina ku Nêçîrvan Barzanî di vê konferansê de kirî belav dikin.

Hemû texta axavtina Nêçîrvan Barzanî:

Amadebûyên birêz 

Mêvanên birêz 

Roj baş û hûn hemû bixêr bên bo Hewlêra paytexta herêma Kurdistana Îraqê. 

Bixêrhatina birêz Taner Yeldiz wezîrê enerjî û samanên xwezayî yê komara Tirkiyeyê û ambasador Medhet Balkan serokê rêxistina STEM û nûnerê wezareta derve ya Tirkiyeyê dikim bo amadebûna wan di vê konfrensê de.

Em, bi beşdarîkirina berprisên hikûmeta federal û birêz waliyê Kerkûkê û waliyê Mûsilê di vê konfrensa giring de kêfxweş û bextewer in, bixêr bên. Bi germî bixêrhatina hemû kompaniyên navdewletî, diplomatkar û mêvanên birêz dikim. Sipasiya rêxistina STEM dikim bo amadekirina vê konfrensê. 

 

Birêzan 

Em, weke hikûmeta herêma Kurdistanê, ji bo vê derfetê û sazkirina yekemîn konfrensa navdewletî a enerjiyê li Hewlêrê, gelek kêfxweş in. Hatina kompaniyên cîhanî yên warê enerjiyê û beşdarîkirina wan di vê konfrensê de giringî û qîmeta xwe ya taybet heye. Em hêvî dikin ku çavkaniyên enerjiyê û samanên xwezayî ji bo tevaya gelên Îraqê bibin hokarê bextewerî û jiyaneke xweş. 

Amadebûna cenabê wezîrê enerjiyê yê Tirkiyeyê û hatina birayên me ji Tirkiyeyê bo vê konfrensê, îşaretek giring û berbiçav e ji bo hevkarî û hevahengiya di warê enerjî û samanên xwezayî di navbera her du aliyan de, herwesa belgeyeke jî ka çewa em dikarin bi rêya têkeliyên dîrokî û kulturî piştevaniya vî warê giring li herêma xwe bikin. 

Kar û çalakiyên aborî û bazirganî gelek caran dikare bibin pêşeng ji bo kêmkirina aloziyên siyasî û herwesa alîkar bin bo diruskirina têkeliyên xurt yên di warên cihê de; siyasî, civakî, perwerdeyî û aliyên din yên jiyanê. Me gelek bi zelalî dît ku ji encamê karkirin û têkeliyên aborî yên bihêz dikar destkeftiyên siyasiyên mezin bidest bên. 

Nuha jî ew bizava aborî a ber bi çav a Tirkiyeyê û xwesteke wî welatî ku bibe yek ji 10 welatên bihêzên aborî li cîhanê, ji bo me qîmeteke mezin heye. Di vê çarçoveyê de Tirkiye dibe deriyek nimoneyî bo herêma Kurdistanê û hemû Îraqê. 

 

Birêzan 

Di dema çand salên borî de û ji encamê jîngeheke minasib û qanûna sermayerazandinê a herêma Kurdistanê, Tirkiyê sermayerazandineke mezin li herêma Kurdistanê kiriye, her vê yekê jî wisa kiriye ku, îro ew welat bibe mezintirîn hevbeş û berhemînera biyanî li herêma Kurdistanê. 

Di demên borî de û ji encamê danûstandinên me digel hevparên me li komara Tirkiyeyê, me behsa gelek mijarên giring kiriye ku, ji bo alîkarîkirina me bo misogerkirina îraqeke biîstîqrar, aram û jiyaneke xweş bo pêşerojê, giring in. Herwesa me îşaret bi wê rola giring kiriye ku, Îraqeke demokratîk û federal a bi îstîqrar dikare bilîze, û van hemûyan fêde û berjewendî bo hemû aliyan heye. 

Di warê piraktîkê jî de, me, pêngavên cidî bo teşwîqkirin û avakirina têkêliyên stratejîk di navbera komara Tirkiyeyê û herêma Kurdistanê de avêtine, bi awayekî ku di xizmet û berjewendiya tevaya gelên Îraqê de bin. 

 

Mêvanên birêz 

Hevkarî û hevahengî di warên aborîyên cihê de bi awayekê giştî û di warê enerjiyê de bi awayekî taybetî ji prensîpên sereke yên siyaseta hikûmeta herêma Kurdistanê ne, di vî warî jî de pêngavên me bo pêşerojeke geştir û misogerkirina geşepêdana aborî li herêma Kurdistanê û tevaya Îraqê, bi piştbestin bi destûra bingehîn a Îraq federal, berdewam dibin. Madeyên taybet bi warê enerjiyê û neftê di wê destûrê de gelek zelal û eşkere ne û ew xeta sereke a karkirina me ne û ew ji bo me rênîşander in, ji ber vê yekê em dê li ser xebat û siyastea xwe ya di vî warî de berdewam bin. 

Em li ser wê yekê ku, samanên xwezayî bi hişiyarî û hîkmet ve bên bikaranîn pabend in, me divê ku neft û gaz bibe hokarê xweşkirina jiyan û bexteweriyê bo gelê me. Her ji ber vê yekê em dê li ser siyaseta xwe li navxweya welêt berdewam bin. Li ser astê derve jî de, li ser pêşxistina peywendiyên aborî û bazirganî digel welatên cîhanê bi awayekî ku di berjewendiya hemû aliyan de bin, berdewam bin. 

Dîtina me ji a hindek berpirsên Îraqê cudaye, bi baweriya me pêwîste siyaseta me a di warê çavkaniyên enerjiyê û samanên xwezayî de li ser esasê hevkarî û hevahengiyê be, ne ji bo dijatîkirin û rûbirûbûnê û heyfhilandinê be. Siyaseta me di vî warî de û baweriya me ewe ku samanên xwezayî tenê bo xizmeta berjewendiyên tevaya gelên Îraqê bên bikaranîn. 

Her ji encamê wê siyaseta serkeftî a ku herêma Kurdistanê li ser diçe, herêma Kurdistanê karî şûntoliyên xwe li ser nexşeyê enerjiya cîhanê diyar bike û nas bike. Bê guman dê patrol û gaza yedek a herêma Kurdistanê di dabînkirina enerjiya cîhanê de rokele karîger hebe. 

Di heman demê jî de herêma Kurdistanê ji bo tevaya Îraqê bûye deriyekî giring. Herwesa dê herêma Kurdistanê ji bo çalakiyên bazirganîya rasteqîne ku bi sedan kompanî û berhemînerên cîhanî bi awayekî serkeftî sermayeyê xwe tê de dirazînin, bibe wêstgehekî giring. 

 

Mêvanên birêz 

Tevî wan hemû aliyên geş ku min îşaret pê da, ez naxwazim xwe ji wan arîşeyan dûr bikim yên ku li herêma Kurdistanê hene, lê ez dixwazim wê bêjim ku, qonaxa derbasbûnê ji diktatorî û malwêraniyê bo demokrasî û avadaniyê, bo geşekirin û xweşjiyaniyê, rêyek dûr û dirêje û gelek caran jî pirî astebgên cur bi cur e. Hewildan ji bona guhertina hizir û adetên kevin karekî sade û hêsan nîne. Tevî van tiştan hemûyan jî, ez dixwazim bêjim ku me bawerî bi pirensîpên hînbûn ji rabirdu û derswergirtin ji tecrûbeyan heye, di heman demê de em dê bi cidî ji bona teşwîqkirina buhayên azadiya ferdî, demokrasî, serweriya yasayê û bazara azad li herêma Kurdistanê, bixebitin. 

Bê guman, em dê di bikaranîna samanên xwezayî ji bo xizmeta gelên Îraqê berdewam bin, herwesa li ser xebatên xwe ji bona misogerkirina bikaranîna çavkaniyên xwezayî û dabeşkirina dahatiyê wan bi ser hemû deveran de bi awayekî adil ji bo xizmetkirina gelê me li gor destûra Îraqê, berdewam bin. 

 

Amadebûyên birêz 

Ji sedema texîrbûn û nebûna qanûna patrol û gazê a federalî, parlamentoya Kurdistanê di sala 2007ê de qanûna neft û gazê a herêma Kurdistanê pesind kir, ev yek jî li gor destûra Îraqê bû. Vê gavê jî ew destkeftî û pêşkeftinên em dibînin, rastî, dirustî û srkeftina wê siyasetê a ku herêma Kurdistanê di van 5 salên borî de peyrew dike îspat dike. Ango rastî bixwe diaxivin, ji ber vê yekê em dê li ser pêngavên xwe bo pêşve berdewam bin. 

Em kêfxweşin dema em dibînin li hindek deverên din yên Îraqê, li ser rêya me girtiye ber xwe, pêngavan diavêjin û dixwazin tecrûbeya me dubare bikin ku, ev yek jî ji mafê wan ê destûrî ye bo birêvebirina samanên xwezayî li wîlayetên xwe. 

Em hêvî dikin ku bi zûtirîn dem qanûna neft û gazê a federal û qanûna parvekirina dahatê li parlamentoya Îraqê bê qebûl kirin. Daku pênaseyeke qanûn û destûrî bo têkeliyên navbera çalakiyên warê neftê yên herêman Kurdistanê û tevaya Îraqê bê diyar kirin. Ew pênaseye jî divê li gor bend û madeyên destûra bingehîn a Îraqa federal be. 

Careke din ez dupat dikim ku, hevbeşîkirin di rêvebirina samanên xwezayî û misogerkirina dabeşkirina dahatê bi awayekî adil bi ser hemû deveran de, esasê xweşkirina jiyana gelên Îraqê ye ku, ev jî armanceke gelek sade û prensîpî ye. Xweveşartin ji bend û madeyên destûrê, ji bilî derdeserî û paşvemayînê tu armanceke din bo welatê me bidest naîne. 

Yako em dixwazin û me kar jêre kiriye û qurbanî jê re daye, Îraqeke demokratîk, federal û plural e ku, xizmeta berjewendiyên hemû îraqiyan bike, herwesa azadiyên siyasî û aborî ye ku em hemû dixwazin wan biparêzîn. Em dê li ser van xebatên xwe jî berdewam bin. 

Gelê Kurdistanê, ji bona derbasbûn ji derdesrî, azar û nexweşiyên berê, rêyeke dûr û dirêj biriye, gelek xebat û qurbanî ji bo bidestveanîn û misogerkirina pêşeroj û ayîndeyekî baştir dane. Ji encamên pêngavên xwe yên berê, em bi pêşeroja xwe geşbîn in, dê ji bo berbipêşvebirin û dabînkirina aramî û îstîqrarê bo herêma xwe û xweşkirina jiyana hevwelatiyên xwe berdewam bin, fêdeyê aboriya herêma me di xizmeta hemû aliyan de be û bibe hokarê baştirkirina jiyana hemû hevwelatiyan li sertaserî Îraqê. 

Sisyaseta karkirina me, li gor destûrê, di berjewendiya tevaya gelên Îraqê de ye. Em, ji bona gehiştina encam û xala yelalîkirinê digel tevaya aliyên Îraqê bi îsrar in ku, ev jî xwe di rêvebirina hevbeş û dabeşkirina adil a dahatên welêt dibîne. 

 

Birêzan 

Em, li hikûmeta herêma Kurdistanê, kêfxweş in ku, têkeliyên me digel hikûmeta Tirkiyeyê ketine di qonaxeke nû de, bi taybetî di warê enerjiyê de. Em wê karkirin û vebûna komara Tirkiyeyê bilind dinirxînin û ew siyaset û helwestê wê, bo herêma Kurdistanê û sertaserî Îraqê giringiyeke mezin heye. Em hêvî dikin ku piştî serdana me bo Tirkiyeyê, têkeliyên me guhertineke çûnayetî bibîn in. Ev jî dê belgeyekê din be ku, îradeya siyasî û canê karkirina hevbeş û lihevtêgihiştin dê encamên baştir ji bo her du aliyan hebin. 

Pêşveşûna têkeliyên herêma Kurdistanê digel komara Tirkiyeyê di berjewendiya hemû Îraqê de ye. Herêma Kurdistanê weke beşek giring ji Îraqa federal, dikare ji bo zêdetir pêşxistina wan têkeliyna li ser esasê berjewendiyên hevbeşên Tirkiye-Îraqê, rolek erênî û karîger bilîze. 

 

Me li herêma Kurdistanê ew yeke gelek caran dupat kiriye ku, em bi sîstema demokratîk û federalî li Îraqê û bi destûra ji %88 îraqiyan deng jê re daye pabend in. Ew pabendbûna me jî ji bona nuha û avakirina pêşerojeke geştir bo vî welatî ku tê de em hemû pêkve hevbeş û beşdar in di deselat û birêvebirina welêt de ye. 

Di dawiyê de careke din sipasiya we dikim û kêfxweş im ku îro di vê konfrensa bijarte a enerjiyê de digel we yên birêz beşdariyê dikim, gelek bixêr bên bo Hewlêra paytexta herêma Kurdistana Îraqa federal. 

Serkeftinê ji bo konfrensa we dixwazim û hêvî dikim ku ev konfrens bibe hokarê xêr û bexteweriyê bo tevaya gelên Îraq û Tirkiyeyê, herwesa hêvî dikim ku bibe hokarê zêdetir teşwîqkirina kompaniyên cîhanî yên navdar di warê enerjiyê de kar dikin hevbeş bin û beşdar bin ji bo geşkirin û avadankirian vê deverê. Careke din bixêr bên ser çavan. 

Gelek sipas 

Her şad û serkeftî bin 

 

Back to top button