Li Iraqê nakokiya di navbera Hikumeta Navendî a Iraqê û Herêma Kurdistanê de careke din, bi hişyarkirina Malîkî kete rojevê. Tê xuya kirin ku Malîkî, li hember nêzikbûna Kurdistan û Tirkiyê nerehet dibe.
Şêwirmendê Malîkî yê çapemeniyê Eli Musawî, ji bo gûmana bi hev re peyman morkirina Kurdistan û Tirkiyê, daxuyanîyek da û got, lazime peyman gorî zagon û zagona bingehîn were morkirin.
Rêvebiriya Herêma Kurdistanê, di konferansa enerjiyê a ku duh li Hewlêrê hatibû lidarxistin de, eşkere kiri bû ku, xeynî xeta lûleya Kerkuk-Yumurtalikê, dixwazin bi xeteke nû, ji ser Tirkiyê re nefta xwe veguhestine derveyî welêt. Wezîrê Çavkanîyan û Enerjiyê yê Tirkiyê Taner Yildiz jî cara yekem çûbû Kurdistanê û beşdarî konferansa enerjiyê bibû û axaftinek kiribû. Ev jî radixîne ber çavan ku, Malîkî him bi nêzikbûna Kurdistan û Tirkiyê çavtirsî dibe him jî nerehet.