Nivîsar

Encam eve e

Doh hukumet a Tirkiye ragihand ku operasyonên li dijê çekdarên PKKê li bajarê Şirnex û Misêrbînê dawî hatin.Eve zêdeyî 3 mehaye li herdu bajara derketina derve qedexebû. Şerekmezin di navbera hêzên dewletê û çekdarên PKKê de çêdibû.Misirbîn bajarê kevin bi temamî hatiye ruxandin. Hêdî mirov behsa Misêrbîne bike divê ya kevin ji bîr bike. Bajar bi awayekî ji Qamîşlo hate dûr xistin.Niha bajarê nû li ser rêya Îpekê re tê avakirin. Ji xwe armanca dewletê jî ev bû. Lê eger siyaseta xendeqa nebûya tu cara dewletê nikrariya vê armanca xwe pêkbîne.Şirnex bi temamî wêran bûye. Kevir li ser kevir nemaye. Operasyon xilas bûn. Lê heta demekî kesek nikare vegerê cihê xwe. Dema vegerin jî avahî tuneye ku lê rûnin. Bi kurtahî tişta ji cih hiştîn hemû çûye.Wek din xelkê bajara hev nas dikin . Taybetî li Şirnex û Misêrbînê metirsiya bûyerên civakî di nav kurdan de jî destpêbike geleke.Medya Kurdî nûçeyên vî şerê qirêj weşandin. Lê piranî wek şer di navbera du aliyan de û wek şerek rewa nûçe hatin weşandin. Ji xwe medya PKKê li gora xwe wek hercarê bi dezenfarmosyona nûçe weşandin.Lê medya ku ne PKKê ve girêdayî piranî bi nûçeyên şer wek serkeftinekî weşandin. Mixabin kesek jî vê çewtiya xwe nabîne.Baş e encama şerê xendaqa li Şirnex û Misêrbûnê çibû. Rastî ji bo kurda serkeftinek bû? Yan malwêranî bû?Li gora PKKê qonaxa yekem ya serkeftinê bû. Lê eger medya ji derê PKKê vê wek malwêranî û xirabkirina Kurdistanê navnekê, bivê nevê dikeve xizmeta siyaseta PKKê ya malwêrankirinê.Di şerê xendeka de bi zêdeyî hezara gencên kurd jiyana xwe ji dest da. Gelo ji bilî ruxandin bajarên Kurdistanê, windakirina hêviyên xelkê herêmê çi destve hat.Kî di vî şerî de serkeft?Dewletê dizaniya li bajara xendek tên kolan, ev yek berçavê hêzên ewlehiya dewletêve dihata kirin. Xelkê bajara telefonê polisa dikiran û digotin derê xaniyên me dikolin. Lê kesekî bersiva wan ne dida.Di rastiya xwe de eger mirov ji her devera ku şerê xendeqa lê hatîkirin ji çend hemwelatiya sedem û encamên vî şerî pirs bike, dê rasti jî bê zanin.Eger kurd li Bakur bi xwe xwedî dernekevin û hêja bi sedemên cuda hevalbendiya siyaseta Tirkiyebûnê bikin dê ev halê wan be.Di her bûyerê de encam girîng e.Gelo armanca kolandina xendeqa çêbû?Gelo encam çewe bû?Her kesekî xwedî hestê netewî bersiva çend pirsa bide dê rastiyê fam bike.Nûçe-analîz/Rojevakurd

Back to top button