Cîhan

Nêçîrvan Barzanî: Zelmî ji bo kurd û Kurdistanê şanaziyeke mezin e

Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Kurdistanê, bi minasibeta wefatkirina zanayê navdarê Kurdistanê prefesor D. Mistefa Zelmî, peyameke sersaxiyê weşand ku tê de wefarkirina Zelmî ji bo Kurdistan. Îraq û cîhana îslamî bi ziyaneke mezin wesif dike. Ev li jêr teksta wê peyamê ye:Wefatkirina zana û bîrmendê navdarê Kurdistan, Îraq û cîhana îslamî, prefesor D. Mistefa Zelmî ziyaneke mezin bû û nayê tewîz kirin. Bi wefatkirina Zelmî, ne bi tenê Kurdistanê, lê hemû mirovatî û cîhana îslamî kasatyeke mezin ji dest da.Prefesor Zelmî ji bo kurd û Kurdistanê nav û şanaziyeke mezin bû, bi kar û berhemên xwe yên ji nivîsîn, kitêb û lêkolînan gelek xizmeta mirovatiyê kir û ji bo Herêma Kurdistanê jî di warê yasa û şeriyê de xizmeteke bê hempa kir.Havîna sala 2007ê yekem car min ew dît û min daxwaz jê kir vegere Kurdistanê û di warê fetwayên olî û rawêjkariya yasayî de hevkariya me bike û wî jî bi dilek xweş ew daxwaza min qebûl kir û diyar bû ku yek ji hêviyên wî ew bû vegere Kurdistanê û xizmeta gel û welatê xwe bike.Bihara sala 2008ê, min daxwaz jê kir di amadekirina yasaya barê kesatî de hevkariya hikûmeta Herêma Kurdistanê bike û bi kêfxweşî ew daxwaza min qebûl kir û wî, bi wî jiyê xwe, milê xwe da ber erk û karekî gelek giran. Bi dîtin û nêrînên nû, bi liberçavgirtina bingehên esasiyên ola îslamê, di serastkirin û amadekirina qanûna barê kesatî de roleke sereke lîst û, digel tîmeke hevkarî kir, ew qanûn bi awayekî ku digel pêdawîstiyên serdem û taybetmendiyên civaka Kurdistanê bigunce, amade kir û nuha kar pê tê kirin.Vê xizmeta mezin a maomste Zelmî fêdeke mezin bi civaka Kurdistanê, barê kesatî, mafê mirovî bi giştî û bi mafê jinê bi tyabetî li heêrma Kurdistanê gihand û heta di pêşerojeke dûr jî de dê nifşên bên ji vê xizmeta mamoste Zelmî mifadar bin.Mamoste Zelmî piştî jîyekê pir û tijî ji xizmet û berhemên bi qîmet û mifadar, yên bê mînak ku, di zêdetir ji heftê kitêbên wî de tên dîtin û hindek ji wan weke pirogram li zanîngehên îslamî yên cîhanê tên xwendin, îro ji nav me bar kir û wefat kir, lê ew hertim bi kar, berhem û xizmetên xwe û ji encamê wê keda dayî, heta hetayê bi zîndî dimîne û Kurdistan û nifşên pêşerojê jî dê şanaziyê bi zanayî û xizmetên wî bikin.Bi vê minasibeta xemgîn ji dil sersaxiyê li malbata, kesûkar, dost û heval, li xwe û li tevaya gelê Kurdistanê dikin. Xwedayê mezin canê xwedêjêrazî bi buheşetê şad bike û yada wî hertim bi xêr û zîndî bimîne.Nêçîrvan BarzanîSerokwezîrê Herêma Kurdistanê04.06.2016

Back to top button