Amerîka di raporta salane ya terorîzmê de, dîsa Îran wek mezintirîn piştevanê terorê nîşan da. Wezareta Derve ya Amerîka raporta xwe salane ya terorîzmê eşkere kir. Di raportê de hatiye gotin ku sala 2015ê, êriş û çalakiyên terorîstî bi qasî %13 kêm bûne. Di raportê her wiha behsa Îranê jî hatiye kirin û hatiye gotin ku Îran piştevaniya rêjîma Sûriyê, komên radîkal ên mîna Hizbullaha Libanê, rêxistinên neyarên Îsraîlê yên mîna Hemasê, milîsên şîe yên Yemenê, ku wek “Husî” tên nasîn, dike ji ber wê jî “mezintirîn piştevanê terorîzmê” ye. Li gorî raporta terorîzmê ya Wezareta Derve ya Amerîka, baskê Quds a Sipaha Pasdarên Îranê, ku siyasetên komara îslamî li derve bicîh tîne, bûye sebeba aloziyê li Rojhilata Navîn. Amerîka di demekê de Îranê wek mezintirîn piştevanê terorîzmê nîşan dide ku Îran û Amerîka-Ewropa par li ser bernameya etomî li hev hatibûn. Li gorî wê rêkeftinê, Îran dê çalakiyên xwe yên etomî bide sekinandin, Amerîka û Ewropa jî dê dorpêçên li ser Îranê rakin. Piştî wê rêkeftinê, Amerîka û Îran hinekî nêzîkî hev bibûn. Di raporta 2014ê ya Amerîkayê de jî, Îran wek mezintirîn piştevanê terorîzmê hatibû destnîşankirin.Bas

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: