HEVPEYVIN BI ŞÊX SIBXETULAH RE Ji berê û pêş ve ye gelek malbat li Kurdistanê hebûne ku xwendin, zanîn û perwerde ji bo wan bûye wek pîşeya sereke. Ew malbatên wisa hertim fedekarî kirine, bi malê xwe û bi keda xwe di saziya bi navê Medreseya Kurdî de xizmet dane xelkê xwe. Sal 950, dema ku Medrese li Hemedana Paytexta Kurdistanê ava bûye û bi rengê zanîngeh jiyana xwe domandiye, bi alîkariya zanayên Kurd ên demê, ew sazî li gelek herêmên dinyayê jî belav bûye û di zanistiyê de kesên derdemî jê derketine. Çendî ku hin caran rawestin ketibe xebata wê saziyê û wan malbatan, herweha ku zext û zordestiya biyaniyan ku li ser wan zêdetir çêbûbe jî, lê çi dema ku wan derfet dîtine, dîsa eger ne wek berê be jî, dest pê kirine û li geşkirina rewşenbîriyê di nava Kurdan de domandine. Yek ji wan malbatên ku hate gotin jî, ya Şêx Fudeylê Zoqeydî ye ku îro kurê wî herweha dostê min û hevalê min ê xwendinê rêzdar Şêx Sibxetulah pêşikvanî ji rewşenkirinê re dike û li medreseya bi navê bavê xwe ders dide zarûkên Kurdan. Îcar em ê bala xwe bidin Şêxê hêja û jê bipirsin ka rewşa xwendinê û ya Medreseyê çi ye û çewan e: Stockholm 19/ 05/ 2016 Zeynelabidin Zinar – KEK SIBXETULAH PIRSA PÊŞÎ LI SER CENABÊ TE YE: TU KENGÊ Û LI KURÊ HATÎ DINYAYÊ? BAV Û DAYIKA TE? Şêx Sibxetulah:– Pêşî spas dikim ku ev babeta Medreseyê bala te kişandiye. Ez roja 20 12 1949 li Zoqeydê hatime dinyayê. Bavê min Şêx Fudeyl kurê Şêx Mehmûdê kurê Şêx Ebdulqeharî ye, Ebdulqehar jî kurê Mele Mehmûdê kurê Mele Xelîlê Hîzanî (Şêrtî) ye. Diya min Mûnîre keça Resûl Beg e, Resûl kurê Mihemed Raşid Beg e, Raşid jî kuri Fetah Paşayê Mîrê Zoqê bûye. Gundê me Zoqeyd girêdayê bi Misirca (Kurtalan) Sêrtê ve ye. Mîna zarûkên her malbateke oldar, min di temenê xwe yê şeşan de dev bi xwendina Qurana pîroz kiriye û di medreseya bavê xwe de li xwendinê domandiye… – XWENDINA TE YA MEDRESEYÊ ÇEWA DOMANDIYE?– Min xwendina medreseyê bi awayekî rêkûpêk di 1963an de li Medreseya Eynqesrê li ba dersdarê hêja Mele Emîn domandiye. Pêşî min Nûbihara Ehmedê Xanî, Nehculenama Mele Xelîlê Sêrtî bi jiberkir û Tesrîfa Kurmancî û Tenbîh xwendine. Demekê şûnde dîsa vegeriyame Zoqeydê û min li Medreseya bavê xwe li xwendina Serf û Nehwê hetani 1969an domandiye. Hin caran dema ku bavö min ne hazir båya, min ders li ba Mele Mihemed dixwend. Piştre ez çûme leşkeriyê, 20 meh şûnde dema vegeriyame, dîsa min li cem bavö xwe li xwendinê domandiye heta Xwendina Rêzê kuta bûye. – TE ZIMANÊ TIRKÎ JÎ XWENDIYE?– Dema min Medrese dixwend, ez ji derva ve diketim azmûnan û min xwendina tirkî ya navîn, lîse û zanîngeh jî qedandine. Di 1974an de ez bûme melayê fermî. Herweha ez jî wek dersdarekî bûme alîkarê bavê xwe û min ders daye şagirdan. Lê dema bavê min wefat kiriye (1992), êdî dana dersan bi temamî ketiye ser milên min û heta niha jî ez li medreseya bavê xwe ders didim – TE ÎCAZEYA MEDRESÊ Û XELÎFETIYA NEXŞEBENDÎ KENGÊ Û JI KÊ WERGIRTINE?– Min îcazeya Medresê di 1973an de ji bavê xwe (Şêx Fudeyl) wergirtiye. Min Xelîfetiya Terîqeta Nexşebendî jî dîsa ji bavê xwe di 1987an de wergirtiye.– NIHA REWŞA MEDRESEYA ŞÊX FUDEYL ÇEWAN E?– Medreseya bavê min, her ku diçe şêntir dibe, bi hûr û giran ve niha tê de li dora 50 şagird hene ku dixwînin. Ez dersa feqiyên mezin didim û yên mezin jî dersa yên piçûk didin. Li medreseya me zimanê xwendinê erebî û kurdî ye. Zarûkên ku dixwînin jî, tev Kurd in. – HETA NIHA ÇIQAS ÎCAZE HATINE DAYÎN:– Heta niha li medreseya bavê min 30 feqeyî bawername (îcaze) ji min wergirtine. – ÇI ÇÛRE PIRTÛK DI MEDRESEYÊ DE TÊNE XWENDIN?Bêguman babeta Medreseya Kurdî, pir fireh e û têgihîştina wê ne karekî hêsan e.Jixwe pirtûkên ku di Medresya Kurdî de têne xwendin, kifş in.Pêşî dixwazim vê bibêjim ku ”Medrese” peyveke erebî ye, ango cihê dersê. Kesê ku ders dide jî, jê re bi kurdî SEYDA tê gotin. Çewa ku tê zanîn, medrese cara pêşî li bajarê Medîneya pîroz sala 622yên Zayînê vebûye û tê de tenê xwendina olî hatiye dayîn. Piştre her ku çûye, medrese li hin welatên ku ola Îslamê pejirandine jî, hatiye vekirin. Medreseya pêşî li welatê me, di sala 950 de li bajarê Hemedanê vebûye û hin bi hin ew sazî li herêmên kurdnişîn belav bûye. Rewşenbîrê pêşî ku ji vê Medreseya Kurdî derketiye jî, Baba Tahir Hemedanî (938-1020) bûyePiştî Baba Tahir Hemedanî, zanayê navdar Îsmail Cizîrî (1136-1206) ji Medreseya Kurdî ya bajarê Cizîrê derketiye holê û muhra xwe li dîroka dinyayê xistiye. Îsmail Cizîrî (Ebul Iz) peojeya robot û computerê çêkiriye û ew proje ketine destên Rojavayê û ji berê robot û coputer çêkirine. Lê cîhana îslamî ageh ji wan projeyan nebûye. Robot û computer medarê Îftîxara Medreseya Kurdî ne.Siltan Selahedînê Kurdî yê Eyûbî (1138-1193) sistema Medreseyê daye guhertin û gelek şaxên zanistiyê tê de bi cih kirine. Piştre biriye Misrê û li zanîngeha Camil-ul Ezherê bi cih kiriye. Bi wê xebata Siltan Selahedînî, gelek rewşenbîrên mezin, hem ji Medreseyên Kurdî û hem jî, ji yên li Misrê xasma Ezherê derketin holê. – SÎSTEMA XWENDINÊ YA NIHA, WEK A MEDRESEYÊN BERÊ YE YAN GUHERTIN HEYE?– Di Sedsala 19 û 20î de, jimara pirtûkên dersê ku di Medreseya Kurdî de dihatin xwendin, li dora 89an bûne. Ji van zêdetir, 24 pirtûkên din jî hebûne ku çendî ew bi dersîtî dihatin xwendin jî, lê xwendina wan ne mecbûrî bûye. Li vê gorê jimara pirtûkan dibe 113. Ev pirtûk li gor dabeşkirina şaxan, weha ne:– 36 pirtûk ziman û rêziman.– 14 pirtûk alîkarên dersê. – 12 pirtûk zagon.– 11 pirtûk Tefsîrên cuda yên Qur´anê.– 13 pirtûk Hedîsa Pêxember.– 3 pirtûk Siyer.– 24 pirtûk Klasîkên Kurdî. Lê niha çendî ku di medreseyê de zanista SERF, NEHW, FIQK, HEDÎS, TEFSÎR û hwd têne xwendin jî, lê hemû şagirdên me mektebên tirkî jî dixwînin. Di medreseyê de niha Întrenet jî tê bikaranîn. – DEBARA ŞAGIRDÊN MEDRESEYÊ ÇEWA DIBE?– Debara Medreseyê, hinekî lewaz e. Niha ev 50 feqeyên me li Medreseyê dixwin û her li medreseyê jî radikevin. Xwarinpêjek bo wan xwarin çêdike, xelkê herêmê jî alîkariya aborî bi medreseyê re dike, lê piranî ez bi xwe pêdiviyên xwarina wan bi cih tînim…. – EV AVAHIYA NÛ YA MEDRESEYÊ KENGÊ AVABÛYE?– Ev avahî ev e nêzê salekê ye ku ava bûye û xwendin tê de berdewam e.(Wêne: 2, Avahiya Medreseya Şêx Fudeyl) – FEQIYÊN KU ÎCAZE WERDIGIRIN, DERFETA KAR JI BO WAN HEYE?– Erê heye, ji ber ku feqiyên me mektebên tirkî jî dixwînin, piştre ew wek îmam li mizgeftan têne vebuhtîkirin.
(Wêne: 3, 1945, Şagirdên Medreseya Zoqeydê ji tirksa Kemalîzmê tev şewqe dane serê xwe) – SPAS Ji bo dana bersivan– Spasxweş….