Nivîsar

Li ser weşana bergehê re 6 meh derbas bûn

Li ser weşana malpera Bergehê re 6 meh derbas bûn. Berpirsê redaksiyon û malpera Bergehê Nasrat Hecî bi navê redaksiyonê Bergehê daxûyaniyek ragihandiye.

Daxûyanî:

Malpera me (Bergeh) di destpêka meha gulanê da, ango di 2019.05.07 ê da şeş mehên xwe temam dike . Dema me berî 6 mehan dest bi weşana (Bergeh)ê kir me hîngê bi daxuyaniyekî Raya Giştî û mediya Kurdî agadar kir (lînka wê li jêre).

Bi minasbeta 6 heyvîya malpera (Bergeh) em ji dil spasiya wan hemû dost, heval û xwendevanan dikin yên destxweşî û pîrozbahî li me kirî.

Di nava van şeş mehan da çend têbînî û pêşniyar ji me ra hatine, em dê bi dilek xweş bersiva wan têbîniyan bidin û wan pêşniyaran jî bi mifa werbigirin:

1- Malpera me bi tenê bi kurmancî û bi tîpên Aramî/Erebî dê berdewamiyê bi weşana xwe rêve bibe.
2- Em çi zarav û zimanên din li malpera xwe zêde nakin. Em dixwazin bi rêya Bergehê xizmeta zimanê Kurdî/kurmancî yê bikin.
3- Em hewl didin xwe ji devokên lokalî rizgar bikin û wê kurmancîya standard heye ku kurmanciya xêvên bi ḧerfên latînî jî bikar tînin, ji xwe ra bikin bingeh.
4- Me di destpêka weşana xwe da nîşan daye ku malpera me ne bêterefe, em terefdarên xeta Neteweyî, Kurdistanîbûn, Serxwebûn û Dewletibûnê ne.
5- Malpera me dê cihbide hemû nûçe, nûçe/analîz û nivîsên di berjewendiya gelê kurd û bihêzkirin û xurtkirina xeta neteweyî, serxwebûn û dewletibûna kurdistanê da bin.
6- Em dizanin saziyên mediyayê hene ku bi lez nûçeyan diweşînin. Lê em bi tenê nûçeya naweşînin, em nûçeyan analîz dikin, şirove û dinrxînin. Ev jî yek ji tayabentmendiyên malpera Bergehê ye.
7- Em giringiyê didin dîtin, hizir û nivîsên hemû kesan bi taybetî nivşê nû, ne şerte tu nivîskar bî û bermilekê kitêbên te hebin, ne şerte tu siyasetmedarekê bi tecrûbe û bi temen bî yan di serkokatiya partî û rêxistinekê da bî, dîtin û h zirên n vşê nû ji bome giringtirin. Vêça bawêr be li gor zanîna xwe û hizirên xwe bûyeran binrxîne, şirove bike û em jî dê biweşînin da zêdetir sud û mifa jê bê wergirtin û ew hizir û bawerî li ba te ne mirin.
8- Em careke din, daxwazê ji hemû texên civakê, bi taybetî li devera Badînan dikin li malpera xwe malpera (Bergeh) xwedî derkevin û bi berhemên xwe (aborî, siyasî, hunerî, vîdiyo, dîrok û yên din) malperê zengîn, bixemil û rewşitir bikin.

Em hîvîdayîn xwendevanên me berdewam pêşniyar, têbînî û dîtinên xwe ji bo me bişînin daku em jî li ber ronahiya wan têbînî û pêşniyaran malpera xwe başitir û çêtir lê bikin.
19.04.2019

Li ser navê redaksiyona Bergehê
Nasrat Hecî

Bergeh.com
Bergeh.eu

https://bergeh.com/%DA%98-%DA%95%D8%A7%DB%8C%D8%A7-%DA%AF%D8%B4%D8%AA%DB%8C-%D9%88-%D9%85%DB%95%D8%AF%DB%8C%D8%A7-%D9%83%D9%88%D8%B1%D8%AF%DB%8C-%D8%B1%DB%95/

Back to top button