Nivîsar

Di nav gerambola hilbijartinan de rewşa bakur ?

Li seranserê bakûrê Kurdistanê û li Tirkîyê, bayê hilbijartinên şaredarîyan hêdî hêdî sar dibe! Encamên hilbijartinan her diçe zelal dibe û hemû alîyên beşdervan serkeftin û serfirazîyên xwe binav dikin. Li gor daxuyanî û wêneyên encamên hilbijartinan weke hemû deman nîşan dide ku yên hundakirî dîsa gele! Bi taybetî jî gelê Kurd!

Berîya hilbijartinan û piştî dawîbûna hilbijartinan herkes li gor sekin û alîyên xwe di derheqê mijarê de nîrxandin û şîrovên xwe bi raya giştî re par kirin. Kî çi got, çi nivîsî, çi şîrove kir di rûpelên arşîvan de veşartîye. Kî bi serket, kî hunda kir dîsa cîhê gengeşîyê ye.
Sîstema dagirkerî ji roja damezrandinê heta îro sîstema hilbijartinê li ser tunebûna gelê Kurd û kêm netewên din ava kirîye. Sîstema li ser bingeha nijadperestî û yek rengî hatîye damezrandin. Ev sîstem tu carî li derîyê çareserîyê negerîyaye, bi darê zorê, bi çavsorî û sîyaseta pişavtinê hebûna xwe heta niha domandîye. Ev sîyaset êdî xitimîye û li ber têkçûnê ye lê mixabin ji ber tunebûna alternatîfet rast gel dîsa di nav xiraban de, xirabekî din bi hêvîya “baştirîn” hildibijêre. Ev nakokîyek mezine, ew hêz û qewetên doza guhertinê dikin divê li ser van nakokîyan bi sekinin û bersîva Çima bidin!

Di dema damezrandina Tirkîyê de, sîstem ji bo hilbijartinê du alternatîfên xwe danî pêşîya gel. Her du alî ji yek navendê dihat îdare kirin. Di salên 1920 an şûnda Partîya CHP û partîya serbest Fıkra bûn. 1946 an de partîya komara gel (CHP) û partîya Demokrat (DP) bûn. Di sala 1961 an şûnda CHP û partîya Adaletê (AP) bûn. Di salên 1980 an şûnda ANAP û Halkçı Parti, di salên 1990 an de ANAP û CHP piştre DYP û CHP bûn. Sîstem her deh salî de di xitimîya û problemên civakî zêde dibûn. Sîsitem ji bo nakokîyên civakî û sîyasî kêm bike alternatîfên xwe derdixist pêş. Di salên 2000 an de AKP weke alternatîfek nû derxistin hemberî CHP ê. Ev partîyên hanê hemû li ser bingeha îtîhat Terkakî (Îttîhat ve Terakî fırkası) û Hurriyet îtîlafê (Hürrîyet ve itilaf fırkası) hatin avakirin. Sîstem weke destê rast û çep di hemû deman de, xwe alternatîf nîşandaye û rê li ber alternatîfên rasteqîn girtîye.

Sîstem li beranberî hişyarbûn û daxwazên guhertinan alawên xapandinê zêde kir. Di hemû deman de hewldanên guhertinê û daxwazên sîyasî bi darê zorê têkbir. Sîstem bi alîkarîya kadroyên xwe yên “tûj û tundew pergalên xapandinê zêde kirin. Ev sîstem, pirî caran bi argumanên çepitî, olî û lîberalî xwe “nû” kir. Naqokî û problemên civakî bi destê rêvebirîya leşkerî û burokratîk pirî caran paşve xistine an jî demkî ji holê vekişandine. Lê belê xuyaye sîstema îtîhat Terakî, ew kirasê kemalîzmê li civatê kirîye jî têr nekir û her çû teng bû/li ber çirandinê ye.

Hewldanên guncav kirina sîstemê ji 2015 an şûnde, dîsa versîyonek kemalîzmê di bin navê “ sîstema serokatîya usûla Tirk” de, kirasek yek deng, yek reng li xwe kir û di wargeha dîktatorîyê de rolek nû girt ser xwe. Ev rol li ser dijîtî û tunekirina gelê Kurd hatîye damezrandin. Encamên wî kirasî îro em hemû bi hevra dibînin û dijîn.
Desthilatdarên dagirker li hemberî pêlên hişyarbûna gelê Kurd dest bi lîstokên osmanîyan û dafikên Jontirkan kirin. Ev lîstîka mezin jî bi destê beşek kurd xistin rojevê û xirabîyên mezin bi gel dan kirin.

Ji bo gelê Kurd bi sîstema îttîhat terakî re cardin li hev bike, dev ji daxwaz û hestên netewî ber din û bibin tirk, di bin navê “ demokratîk netew” de, jahra pûç kirinê bi girsaya xwe û gelê Kurd, dan qebûl kirin. Daxwazên netewî, çareserîya rizgarîya netew bi navê “kevneperestîya hov” bi nav kirin. Di bin navê “biratîya gelan” de çîrokên derewîn gotin û sîwanên xapandinê ava kirin. Partî, rêxistin û sazîyên sivîl li gor daxwaz û talîmatên nebîyên teşkîlata mahsusan ji nûve guncav kirin. Li dijî xeta netew û serkirdatîya netewî li gor daxwaza dagirkeran şerê vekirî meşandin û dimeşînin.

Ev sîyaset û şerê dêrûnî hat merhalekî wusa ew kesên ûjdan û mêjîyê xwe firotine ji bo kemalistan, ji bo desthilatdaran ketin tayê. Beşek jê, bo CHP ê; beşek jê, bo AKP ê xwe perçe kirin ku ew bi ser bikevin. Sîyaset û sekina xwe li gor serketina wan partîyan dîzayn kirin. Ew sîyaseta xwfirotin û radest kirinê weke dermanê nexweşîyê bi gel dan qebûl kirin. Ev rewşa hanê jî di nav civata Kurd rê ber dabeşkirinê /derazindinê vekir. Ev sîyaseta bi mêjî û aqilê kemalîstan tê meşandin rê li ber birînên nû vedike. Ev mêjîyê tevlîhev dîsa sîyaseta serdest li ser qada sed sal berê civatê dide reqisandine. Di bin serokatîya nebîyên ENVER, TALAT û CEMAL paşa de “zîya Gökalp, Süleyman Nazif”ên nû pêşkêşî civata Kurd dikin. Ev gerînoka gemarî her diçe êş û birînan zêde dike.

Di 31 ê adarê di 2019 an de hilbijartinên şaredarîyan pêk hat. Li Tirkîyê îtifakên çê bûn li ser bingeha felsefa îttihat Terakî dîsa hat dîzayin kirin. Îtîfaqa beşa “millet” û ya beşa “cumhur” carek din kirasê kemalîzmê bi yek reng û yek dengî boyax kirin. Di bin navê ewlekarî û “beka”yê de, kirasê reş û bi xwîn pêşkêşî raya giştî kirin.

Weke hemû deman disa sîyaseta serdest ya gelê Kurd xistîye bin bandora xwe kirasê kemalîzmê pêşkêşî gelê kurd kirin. Li metrepol û bajarên din dengê cıvata Kurd ji bo berjewendîyên cıvata Tirk bi kar anîn. Sîstem HDPê (Partîya demokratîk ya gelan) weke gopalekî bi kar anî. Li bakûrê Kurdistanê li ser navê sîstemê HDP ê li gor berjewendîyên xwe û ya sîstemê hinek partîyên navê wan Kurdistanbûn weke gopal bi kar anî. Di bin navê îtîfaqa Kurd de, li ser hesabên kursîyan, li ser bazarîya berjewendîyên kesayetî û hîzbî wêneyek îtîfakan pêşkêşî raya giştî kirin, lê belê ev wêne ne alîgerên wan îkna kir ne jî raya giştî.

Car din derket holê ku alternatîfa sîstemê dîsa sîsteme. Ew hêzên qaşo xwe li hemberî sîstemê nîşan didan me carek din dît ku bi xewnên kursî û parlementerîyê dijîn. Di bingeh û wêneya îtîfakê de, ne daxwaza bernameyek nêzîk an dûrtirîn heye ne jî pîvan, îlke, li hevhatinek sîyasî heye. Têne birayê mezin çend şekirên qulqulik da ye birayê biçûk.
HAK-PAR weke partî, ji ber astengîyên yasayî û zextên dewletê nikaribû beşdarî hilbijartinan bibe. Di hilbijartinên dawî de bê deng û bêhelwestî bijart. PAK û PSK bi nasnama partîyên xwe nikaribûn beşdarî hilbijartinan bibin. Ji ber vê yekê bi hev re Tifaqa welatper û demokrat avakirin û bi endamên serbixwe derketin kolanan. Tifaqa welatperwer bi welatparêzan derwayî xwe re pêwendî û têkilî danîn û bi dûrişmên “ ne qayûm ne xendek” sîyasetek meşandin. Li ser mijara organîzasyonê û pêvajoya propagandayê em dikarin gelek tişt bejin, rexne bikin an jî pesnê wan bidin. Ev mijarek dinê ye. Lê belê naqokîyên di navbera partîyan de, rekabeta sîyasî û berjewendîyên rêxistinî rê li ber enîyek giştî, hevkarîyek fireh girt.

Di dema hilbijartinên parlementoyê de û di dema hilbijartinên şarederîyan de, li ser tora ragihandinê û medyaya civakî de, alîger û kadroyên wan partîyan sînor û pîvanên gengeşî û rexnan bin pê kirin û li dijî hev zimanek tawanbarî bi kar anîn. Ev jî tesîrek xirab li ser bingehên wan kir. Ew alîyên 45 sal bi hevra hevaltî kiribûn di salên dawî de ji hev dûr ketine û li dijî hev di nav hewldanên “serkeftinê”de ne! Ev bixwe nexweşîyek bê dermane. Naqokîyên îdeolojîk, reqabeta di navbera “rêxistinan” û berjewendîyên kesayetîyê rê li ber rêz girtina hebûna hev girtîye. Ji ber van sedeman hinek alî hesabên xwe li ser biserneketina hev kirin û hêjî dikin. Ev helwest rê li ber tifaqên rasteqîn û hevkarîyek demkî digire.
Lê dîsa jî tifaqa welatperwer tevî kêmasî û tengbûna xwe ji ber ku derket kolanan, bi reng û zimanê xwe, bi bername û zimanê propagandayê gavekî erênî bû. Şîrove kirina encamên hilbijartinan berî her tiştî erkên alîyên tifaqêyêye. Em dikarin bi hêsanî bêjin encamê hilbijartinê carek din nişan da ku li ser bingeha kevneşopîyên kevin ne hêvî dibin ne jî xewnên îdeolojîk! Bi vî malzemeyî em nikarin dezgehek nû ava bikin. Ew quretîya “ ez û ez” têkçû. Min got, me got tu wateya wê nema. Rewş li holê ye. Sazî, rêxistin, partî, grub, derdor, rewşenbîr û kesayetên serbixwe hemû mesûlên vê rewşêne. Tu kes bila nebêje ez negunehkarim. Em hemû gunehkar û berbirsin li hemberî vê rewşê. Êdî bi gilî û gazinan, bi rexnên nedicîh de, bi gotinên pûç em nikarin avahîyên nû ava bikin. Ji bo guhertinek mezin kadroyên nûjen û xwînek nû pêwîste. Ew kadroyên 40 salin hevdû nasdikin û li dijî hev ketinê nav dijberîyek kor û vala, nikarin bawerîyê bidin hev. Bi şik û eksê sîyaset nameşe. Ji ber vê yekê pêwîstîya me zimanek nû, bi mêjîyek, nû, bi vîtrînek nû, bi bazarek nû heye. Em hemû dikarin di bin sîwana berjewendîyên netewî de, li ser pîvanên xeta netewî bibin rêgeha sêyemîn. Ev jî bi bîr û bawerîyek zelal, bi fedakarîyek mezin çê dibe.

Weke hemû hilbijartinên berê ev hilbijartin jî, liser bingeha bêhûqûqî û bêedaletê hatîyê sazkirin. Bi tu awayî cîhê gelê Kurd di wê sîstemê de tuneye û çênabe! Gotinên demokrasî û îtîfaqan tenê ji bo derew û xapandinê bikar tînin. Ew alîyên hevokên xwe bi “demokrasî û mafê mirovan” dixemilînin, ne bi xwe re rastin ne jî bi gel re rastin. Tenê derdê wan bi destxistina kursîyê dîktatorîyêye! Ev hilbijartinên bêhûqûqî jî wan derfetan bihêsanî radixe ber lingên wan. Ji ber van sedeman em dikarin bêjin hilbijartinên 31 Adarê 2019 an, ji bo zelalbûna sîyaseta netewî û rewşa partîyên “Kurdistanî” wêneyek baş raxist ber çavan. Kî li “trênê” sûwar bû kî “trên” rewand me carek din dît! Jiyan ne tenê medyaya civakîye. Rastîya jiyanê di kolanan de rêxistinbûne! Bi xewn û xeyalên 40 sal berê ne avahî tên damezrandin ne jî bersîva pêwîstîyên civatê tê dayin! Ev hilbijartin carek din rastîya me raxist ber çavan. Êdî sîyaseta gilî û gazinan pûç bû, tu tiştekî jê dernakeve û tiştekî l ime zêde nake.

Kî çi digot, çi kir carek din derket holê! Em baş dizanin ku gotin û kirin li hevkirî nebin tu wateya gotinê tuneye. Ger gotin û kirinên me, çalakî û sekna me; hewldan û tevgerên me bi encam û pratîkên xwe xîzmeta dijberê /neyarê me bike, divê em sed carî bifikirin da ku em çi dikin. Bi gilî û gazinan, bi rêxnên nedicîh de em nagihîjin derekî. Heta ku em çêkir û avakir nebin em nikarin bi ser bikevin.

Kirin û helwestên me li gor berjewendîyên neyaran be, destê wan xurt bike, cîhê sekna wan fireh bike, rexne û sekna me, me ji armancên me dûr bixe divê em rojek zutirin rawestin û rê li ber dijmînê xwe teng bikin/bigirin. Bi fikirin ka em çi dikin, em li ku bûn gihîştin ku? Di nav denklema do-îro-Sibê de em çiqas bi serketin? Di nav wî denklemî de, me rolekî çewa liyîst? Bi kirin û hewldanên xwe em alîyek çêkir û guhertinxawz bûn an em alîyê xirabkirinê û paleyê desthilatdaran bûn? Divê bersîva wan pirsan li gor kûrahîya demê û destkeftîyên civatê em bi nîrxînin û ji gelê xwe re rêyek nûjen, rêbazek netewî peyder bikin. Ev jî erkek netewî û mîrovahîyêye!

15-04-2019

Cano Amedi

Back to top button