Li rojavayê Kurdistanê yekrêziya Kurda çarenûsiye

Di vê qonqxê de kurd hemû li ser yekrêziya kurdan li rojavayê Kurdistanê erênî difikirin û bawerî ewe ku, ji bo kurd li rojavayê Kurdistanê bigihin armanca xwe û di Sûriya nû de bibin xwedî statûyekî divê yekrêziya xwe pêkbînin û bê ku bikevin di bin bandora hinek aliyên siyasî de bi Îrada xwe ji bo berjewendiyên kurdên rojavayê Kurdistanê bi biryarbin.
Ji bo vê gava pîroz serok Barzanî nûnêrê xwe rêkir rojavayê Kurdistanê, peyama xwe gihand fermandarê HSDê û ew ji bo hevdîtinekî vexwand Hewlêr a paytextê Kurdistanê. Mazlum Ebdî li ser daxwaza serok Barzanî hate Hewlêr ê hevdîtinek gelek girîng di vê qonaxa hesas de pêkanî.
Ji bo yekrêziya kurdan li rojava divê PKK xwe ji vê deverê vekşîne. Wek tê zanîn ji berî niha di qonaxên cuda de ji bo yekrêziya Kurdên rojava serok barzanî 3 cara hewldan kirin û hersê caran jî navbera aliyên kurd de li rojavayê Kurdistanê Peyman hatin îmze kirin. Lê tu cara PKKê nehişt ku ev Peyman bikevin jiyanê. Ne hevceye ku mirov behsa rewşa Kurdistana rojava di bin desthilata PKKê de bike, heta wek vê gavê girtiyên kurd hene. Lê niha rewşek rûdaye ku, divê Kurd ji dev hemû berjewendiyên rêxistinî ê xizbî berdin berjewendiya Kurdistanê li ser hertiştekî re bigrin û yekrêziya xwe ava bikin.
Di rewşa îro heyî de astenga herî mezin di rêya yekrêziyê de siyaseta PKKê ye. PKK naxwaze xwe ji rojava bikşîne û pravakasyona dike ku yekrêziya Kurda pêkneyê. Amerika, Fransa û desthilta başûrê Kurdistanê hewldide ku, HSDê ji bandora PKKê xilas bikin ji bo ku Kurd bigihin mafên xwe yên rewa. Lê PKK ji bo ev yek pêkneyê li ber xwe dide.
Berpirsekî PKKyê ragihand, eger îdareya “Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê” di destê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de bimîne ew dê şervanên xwe vekişînin.
Berpirsekî Partiya Karkerêm Kurdistanê (PKK) ji Reutersê re got:
“Înîsiyatîveke ku birêvebirina Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bixe destê HSDyê yan jî eger serokatiya hevbeş hebe, dê ev bibe sedem ku em hêzên xwe ji herêmê vekişînin.”
Berpirsê ku li Qendîlê ye, da zanîn eger hêzên wan ji Sûriyeyê vekişin ew dê ji dûr ve çavdêriya rewşê bikin û eger pêwîst bike, ew dê li dijî hêzên Tirkiyeyê helwestê nîşan bidin.
PKK baş dizane ku, dema yekrêziyek çêbibe dê kurdên rojavayê Kurdistanê biryara desthilata xwe bidin. Herweha ew yekrêzî dê ji bo destxistina mafên xwe yên rewa li gel Şamê pêwendiyan pêkbînin û di Surîya nû de berjewendiyên xwe biparêzin.
Veca tu bihayên mercên PKK datîne tuneye û ew bi xwe jî vê yekê baş dizanin.
Dê di dawiyê de bivê nevê PKK mecbûr bibe ji rojava derkeve. Lê tenê niha li ber xwe didin ku vê desthilatê berdewam bikin. Naxwazin dev ji ranta ku dixwin berdin.
PKK şerê li gel Tirkiye di vê pêvajoyê de ji xwe re dike hêcet. Rûdanên navbera dewleta Tirk û Ocalan de çêdibin rojeva siyasî li Tirkiye diguherê. Ocalan li gel dewletê di nava hemahengiyekî de lihevhatinekî yanî li devjêberdana çekan digere. Ew hewl didin ku ,PKK ji dev çekan berde û heta PKK xwe fesih bike. Di pêvajoyek bi vî rengî de daxûyaniyên berpirsên PKKê bê wate dimînin.
Piştî hevdîtina serok barzanî û fermandarê HSDê, rewş dikeve qonaxek din de. Eger fermandarê HSDê însîyatîfê werbigire û ji bo yekrêziyê gavê bavêje, dê hingê bikaribe xizmeta herî mezin ji bo rojavayê Kurdistanê bike.
Yekrêziya kurda li rojavayê Kurdistanê gelek tiştên baş destve tîne. Ji berî hertiştekî dê li Şamê yekdengbin û ev behtir destkeftiyan ji bo Kurda destve tîne. Ji aliyek din tehdîtên Tirkiye dawî tên û ew sedemên Tirkiye didê pêş û êrîşê rojava dike ji holê radibin. Wek din pêwendiyên navbera başûr û rojavayê Kurdistanê gelek baş dibe û rengê jiyana kurdan li rojava tê guhertin û jiyana wan gelek baştir û xweştir dibe. Heta pêwendiyên başûr,rojava û bakur xweştir dibin.
Hêvî ew ku hevdîtina serok Barzanî û Mezlum Ebdî bibe destpêkeka baweriyek mezin ji bo avakirina yekrêziya kurdan li rojavayê Kurdistanê.
17.01.2025
Nêrîn/Şirove