Nivîsar

Li Başûrê Kurdistanê qonaxa qrîtîk

Li Başûrê Kurdistanê Qonaxa Qrîtîk:  Hilbijartina Iraqê Boyqot û An Na?Îbrahîm GUÇLU([email protected])Başûrê Kurdistanê, piştî 16ê Oktobira 2017an kete qonaxeke din ya dîrokî. Lewra li Başûrê Kurdistanê, Kurdistaniyan, di 25ê Îlonê de biryara dewletavakirina  Kurdistanê dabûn.Vê biryarê jebara dewletên kolonyalîst û hevalbendên wan; kes û rêxistinên berjewendiya xwe ya şexsî û grûbî/particitî ji dewleta Kurdistanê pêştir diparastin, xerab kir.Loma jî , ji bona ku dijminên dewleta Kurdistanê yên hûndir û yên derve ji bona ku ev biryara ji holê rabe û li Kurdistanê rewşeke nexweş derkeve holê, dest bi planên qirêjn û felbaziyan kirin.Di destpêkê de li hemberî referandûma serxwebûna Kurdistanê û biryara dewletavakirinê kampanyeke siyasî ya xûrt meşandin. Gelek aşkere xwestin ku ev biryara û encama referandûmê ji holê rabe.Di encama qempenyaya siyasî de êrişa leşkerî dest pê kir. Iraqê bi piştgiriya Îran û Tirkiyeyê di destpêkê de êrişî Kerkukê kir. Bi pişitgiriya Grûbeke Xiyanetê gelek bi hêsanî Kerkûk hat îşhgal kirin. Gelek bajarokên din jî îşgal bûn.Ev ji bona kurdistanê bû pêvajoyeke xeter. Ez dikarim bibêjim ku îşgala Kerkukê ji  hemû kurdên li çar parçeyan û li dinyayê bu sedema têkçûna psîkolojiya wan.SEDEMA ÊRÎŞA IRAQÊ YA 16Ê OKTOBIRÊ BES ENCAMA REFERANDÛMÊ NEBÛ…Wek tê zanîn di sala 2005an de encama referandûma makezagonê Kurdan, Ereban, kêmneteweyên Iraqê biryar dan ku dewleta Iraqê bibe dewleteke federal, parlamenter, pirr partî, demokrat.Ev yêka ji bona gelên Iraqê piştî rûxandina rejîma baaasê ya faşîst, serkeftineke mezin bû.Makezagona Iraqê di hemandem de ji bona Rojhelata Navîn jî gaveke demokratîk bû. Ji bona Dewleta Tirk, Îran, Suriyeyê jî, ji bona çareseriya pirsa miletê kurd û kêmneteweyan, avabûna demokrasiyê modeleke baş û diyar û kêfxweşî bû.Kurd ji bona dewleta federal ava bibe amade bûn. Lewra tê zanîn ku du partiyên Kurdistanê (PDK û YNKê) ku îradeya damezrênêr ya dewleta federal û federe bû, di sala 1992an de biryar dabûn ku Iraq bibe dewleteke federal û Kurdistan bibe dewleta federe.Lê hezar mixabin erebên şiî û sunî ji avakirina dewleta federal re amade nebûn. Di nav wan de çandeke demokratîk tune bû. Wan ji bona demokrasiyê û dewleteke federal têkoşînek jî nemeşandi bûn.Loma jî dewleta federal di destpêkê bi kêmasî û şaşî û bi qirêjkirina çanda nîjadperestî ya ereban ava bû.Loma jî xwestin ku her dem makezagonê binpê bikin. Mafên kurdan sînor bikin Kurdan û Kurdistaniyan ji serwerî û desthilatdariya giştî ya hevbeş dûr bixin. Li Kurdistanê jî desthilatdarî û serweriya miletê kurd jî sînor bikin. Ji aliyê ekonomîk û siyası de kurdan bixin tengesiyê.Ev pêvajoya xerakirina sîstema federal di dema Malîkî de dest pê kir û bi Ebadî jî domand.Ebadî, encama referandûma serxwebûna Kurdistanê wek derfeteke bi kar anî, ji zaafa Emerîkayê dewletên ku ji Dewleta Kurdistanê re piştgir îstifade kir, êrişî Kerkûk û Kurdistanê kir.Armanc û stratejiya Iraqê û Ebadî û hevalbendên wê (Dewleta Tirk û Îranê) bes Kerkuk nebû. Dixwest ku Herêma Federe ya Kurdistanê jî bi tevayî ji holê rake. Lê sedemên hûndir û derve û dîrokî û makezagonê şiklî be jî derfet neda ku Herêma Federe ya Kurdistanê bi tevayî ji holê rake.Lê stratejiya bêteqetkirina Herêma Federa ya Kurdistanê dimeşîne. Her roj di parlamentoyê de li dijî Herêma Federe ya Kurdistanê biryarên siyasî û aborî werdigre. Îzin nade ku belafirxanên Kurdistanê kar bikin. Deriyên gumrugê faal bimeşin. Mafê aborî  yê karmendan û mûçeya Kurdistanê kêm dike. Siyaseta erebkirinê didomîne. Kerkûk û bajaerokên din ji kurdan vala dike, ereban tîne bi cî dike. Haşdî Şabî, li xelkê eşkence dike û kûştina çê dike.Divê Herêma Federe ya Kurdistanê jî li hemberî ev siyaseta nedemokratîk û ne mirovane helwesteke zelal nîşan bide.HELWESTA SEROK BARZANÎ Û PDK YA DAWÎ LI HEMBERÎ SIYASETA HIKÛMETA NAVENDÎ YA IARQÊ…Serok Barzanî, di 27 salvegera Şoreş û Raperîna Gulan 1991 de daxuyaniyek pêşkêşî Kurdistaniyan kir. Di ev daxuyaniya xwe de rejîma Baaasê û rejîma îro ya şiîyan qiyas kir. Got ku “ di navbeya siyaseta îro ji aliyê hikûmeta navendî ya Iraqê de tê meşandin û siyaseta baaasê de ferqek tune ye. Heta ez dikarim bibêjim ku siyaseta îro ya li Iraqê ji ya Baas a faşîst xerabtir e.”Ji bona vê jî pêşniyar dike ku “partiyên Kurdistanê û kurdistanî bi hev re tevbigerin. Li hemberî hikûmeta navendî ya Iraqê siyasete hevbeş û zelal bimeşînin.”PDKê jî daxuyanî belav kir, got ku “hemû rêxistinên Kurdistanê guh bidin dengê Serok Barzanî û pêşniyara wî. Divê partiyên Kurdistanê li hemberî Baxdatê yekrêz û yekdeng bin.”Berpirsiyarên PDKê jî nerînên Serok Barzanî parve dikin. Dibêjin ku siyaseta îro ya li Iraqê tê meşandin ji siyaseta Baasê ya 27 sal berê xerabtir e. Di ser re ewqas wext derbasbûye, di siyaseta Iraqê de guhertin pêk nehatiye.”PDK di wê nerînê de ye ku “êdî di navbeya Kurdan û ereban de hîsekî hevbeş û mişterek nemaye. Di dema Seddam de evqas dûrketina hestî tune bû. Di dema Seddam de şer hebû û Seddam kurd dikûştin. Lê kurd ji pirçina nedikûşt. Lê hikûmeta îro ji Seddam xirabtir dike , kurdan dixwaze birçibûnê bikûje.”Armanca ev siyaseta hikumeta navendî ya Iraqê gelek aşkere ye ku dixwaze îradeyê miletê kurd û desthilatdarî û hikûmeta Kurdistanê bişkîne. Ereb, ji qebûlkirina majkezagonê poşmanın. Dixwazin makezagonê ji holê rakin. Ev jî tê wateyê ku sîstema federal hilweşînin.Divê kurd jî li hemberî ev siyaseta nîjadperest û nedemokrat ya ereban bi hev re tevbigerin û yekîtiya xwe ava bikin.Ji bona vê yekê jî helwesta partiyên Kurdistanê erênî xuya dikin. Hêvîdariya kurdan ew e ku ew helwesta bibe helwestek mişterek û ya hemû Kurdistanişyan.Piştî ku Kerkuk hat îşgal kirin, ji bona kurdan û Herêma Federe ya Kurdistanê piştgiriyeke xûrt ya navneteweyî heye. Hêzên navneteweyî jî gelek aşkere diyar dikin ku siyaseta hikûmeta navendî ya Iraqê şaş e û li dijî makezagondsa dewleta federal e.Her çiqas serokwezîrê Kurdistanê dibêje ku em eleqeya xwe bi Hikûmeta Navendı ya Iraqê û Baxdayê re qût nekin jî, gelek berpirsiyar û parlamenterên PDKê dibêjin ku divê em hilbijartinên navendi bi hev re boyqot bikin. HELWESTA PARTIYÊN BAŞÛRÊ KURDİSTANÊ LI HEMBERÎ SIYASETA HIKÛMETA NAVENDÎ YA IRAQÊ…Piştî ku Perlemana Iraqê, pirojeyasaya budceya 2018an bêyî Kurdan erê kir û pesinand û ti hesabek ji bo mafên gelê Kurd nekir, gellek aliyên siyasî di wê baweriyê de ne, ku giring e hemû li Başurê Kurdistanê lihev bicivin û biryareke çarenivîsî derbarê pêşeroja karê siyasî yê Kurdan li gel Hikûmeta Iraqê bidin.Di dema derbasbûyî de, Herêma Kurdistanê çendîn car niyetpakiya xwe ji bo çareserkirina pirsgirêkan, di nav Hewlêr û Bexdayê de da xuyakirin, lê di dawiyê de, Perlemantoyê Iraqê bêyî razîbûna Kurdan pirojeyasaya budceya 2018an qebûl kir.Bi gotina beşek ji çavdêrên siyasî û gorî nêrîna min jî, Iraq naxwaze mafên Kurdan bide, vê yekê jî aliyên siyasî neçar kiriye ku li çareyeke nû bigerin, ji bo karê siyasî li gel Hikûmeta Iraqê kar nekin.Endamê serokatiya Yekgirtûya Îslamiya Kurdistanê Osman Karwanî ji Kurdistan24ê re ragihand, ku “baştirîn bijarde ji bo rewşa niha ya Kurdistanê, lihevkirina aliyên siyasî yên Kurdistanê ye û rêxistina navmala Kurdî ye, herwiha danîna pilan û pirojeyên hevbeş e ji bo rûbrûbûna wan pilanên ku li dijî pirsa Kurdî hatine danîn”.Aliyên siyasî yên Başûrê Kurdistanê din jî didin xuyakirin, ku “Hikûmeta Iraqê bi çarenivîsa Kurdan dilîze û her rojekê biryarekê li dijî xelkê Kurdistanê derdixe, lewra giring e aliyên siyasî yên Kurdistanî, civîneke bilez lidar bixin ji bo biryarekê li ser pêşeroja Kurdan di piroseya siyasî de bidin.”Ji aliyê xwe ve, endamê Civata Niştimanî ya Tevgera Goran Cebar Mele Elî got: “Beramberî ew zulma li Kurdan tê kirin, pêwîst e hemû alî yek deng bin, pêwîst e hemû aliyên siyasî bicivin û biryarê li ser helwestên Bexdayê li dijî Kurdistanê bidin”. DIYAR E KU LI PÊŞ KURDAN BOYQOT HEYE…Ez ne di wê baweriyê de me ku Hikûmeta Navendî ya Iraqê pirsgirêkan çareser bike, ji mafên kurdistaniyan re rêzgirtî be, hebûna aborî bi kurdistaniyan re bi edaletê parve bike, dewletê gorî makezagona dewleta federal bimeşîne. Ji şaşiyê xwe vegere.Loma jî li pêş kurdan hilbijartinê giştî boyqot wek opzîyoneke gelek realîst û tesirdar xuya dike. Amed, 16. 03. 2018Têbinî: Rejîma Baasê, îro, di 16ê Adar a 1988an de li Bajarê Kurdistanê Halepçeyê bi çekên kîmyewî qetlîamek pêk anî. Ez vê qetlîamê rûreş û protesto dikim. Tiştê kêfxweşî ew e ku berpirsiyarên vê qetlîamê ciza bûn. Ez baş dizanim ku îro gelê me gelek xemgîn e û di şinê de ye. Bila serê neteweya kurd û Kurdistanê sax be. 

Back to top button