Polîtîk

Serokwezir pêşwazî balyozê Çînê kir

Nêçîrvan Barzanî Serokwezîrê  Kurdistanê  pêşwaziya Chen Weiqing Balyozê Komara Gel a Çînê û şandeka dîplomasiya pê re kir.Weiqing bi giring nirxandina serketin û qurbanî yên Herêma Kurdistanê li şerê dijê terorê, piştîvaniya welatê xwe ji diyaloga navbera Hewlêr û Bexdayê nîşan da.Herwiha hêvî xwest hemû pirsgirêkên navbera Hewlêr û Bexdayê li gor destûra Îraqê bihên çareser kirin.Balyozê Çînê  bi pêdagirî li ser pêş xistina têkilî yên navbera Herêma Kirdistanê û Çînê bi taybetî li warê abûrî û bazirganî, berhev bûna welatê xwe ji bo haydana kompaniya yên Çînê ji bo kar û sermaye danînê li Herêma Kurdistanê nîşan da.Serokwezîrê Herêma Kurdistanê kurtiyek derbarê qurbanî yên herêma Kurdistanê li şerê dijî terorê xiste berçav.Herwiha derbarê diyaloga tevî Bexdayê jî, vekirina balafirgehan û şandina hinek ji mûçe yên karmendên Herêma Kurdistanê bi gaveka giring daye zanîn û pêdagirî li ser çareser kirina pirsgirêkan li gor destûra Îraqê kir.Serokwezîr Barzanî xuya kir Herêma Kurdistanê bi giringî berê xwe dide pêş xistina têkiliyên tevî Çînê û hêsankariyê ji bo weberanîna kompaniya yên Çînê li Herêma Kurdistanê nîşan da.La dawiyê jî behsa rewşa deverê û dawîn pêşhatên wê kirin. 

Back to top button