Serokwezîr pêşwaziya balyozê Britanya kir

Nêçîrvan Barzanî Serokwezîrê  Kurdistanê pêşwaziya John Wilks Balyozê Birîtanyayê li Îraqê û şandeka pê re kir.Di hevdîtinekê de, Wilks kêfxweşiya xwe ji bona reketina navbera Hewlêr-Bexdayê û vekirina Balafirgehên Hewlêr û silêmaniyê û şandina parek ji mûçe yên karmendên Herêma Kurdistanê nîşan da, ku encamê diyaloga navbera Nêçîrvan Barzanî û Heyder Ebadî bûye.Herwiha piştîvaniya welatê xwe jî ji bo berdewam bûna diyaloga navbera Hewlêr-Bexdayê ji bo çareser kirina pirsgirêkan ragihand.Balyozê Birîtanyayê amaje bi berdewam bûna piştîvaniya welatê xwe ji bo hikûmeteka bi hêz li Herêma Kurdistanê kir û hêvî xwest tîkiliyên navbera Herêma Kurdistanê û Birîtaniya li hemû waran bihên pêş xistin, bi taybetî li warên avedanî û dîplomasiyê.Serokwezîrê Barzanî bi spas kirina piştîvaniya Birîtanya ji bo diyaloga navbera Hewlêr-Bexxdayê, biryara Hikûmeta Îraqê ji bo vekirina balafirxaneyan û şandina parek ji mûçe yên karmanedên Herêma kurdistanê bi erênî û gaveka baş ji bo pêşerojê û çareser kirina pirsgirêkên din daye zanîn.Herwiha daxwaza Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo pêş xistina têkiliyan tevî Birîtanyayê li hemû waran nîşan da.Serokwezîr kurtiyek derbarê rewşa asayişa deverê xiste ber çav û pêdagirî li ser bi hev re kar kirina hevpeymanan, Hewlêr û Bexdayê ji bo pirojeyeka hevpar kir ku pêşiya serhildana terorê li deverê bigire.Ji bo vê yekê jî berhev bûna Herêma Kurdistanê ji bo alîkariyê tevî Bexdayê nîşan da.La dawiyê jî behsa rewşa siyasî û dawên pêşhatln deverê kirin.

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: