Nivîsar

Li Bakur kurd kîne

Li Tirkiye herkes mafê ku li ser navê kurda biryarê bide, şêrova û nirxandina bike heye ji bilî Kurda bi xwe.

Gelek caran di medya Tirkan de nivîskar di nivîsên xwe de behsa helwesta Kurda dikin û panelên televizyonî de li ser navê Kurda şirove têne kirin. Lê mixabin yê vê dike ne Kurdin. Di siyaseta Tirkiye de Kurd bûne wek destikê leyiztikekî. Mixabin her kesek yan jî aliyek siyasî mefê ku li ser navê Kurda biryarê bide li ba xwe dibîne.

Gelek cara tê gotin ku“ Kurd ne yê firotinêne“, “Kurd a biryara xwe daye“,“ Kurd vê  dikin yan jî nakin“ dem pêwistbe Kurda ji bo berjewendiyên siyaseta xwe bi kar tînin û li gora xwe jî digihin encama.

Li Tirkiye û bakurê Kurdistanê Kurd hemû ne yek dengin, civatek berfirehe, civatek pir reng û pir denge. Hemû cureyên dîtinan di nava Kurdan de heye. Lê ji bo çi ewên behsa Kurda dikin heman dibêjin Kurd? Lê kes eşkere nakê ku behsa kîjan Kurda dikin.

Di rastiya xwe de ewên li ser navê Kurda biryarê didin bixwe ne Kurdin û ji ya hemûyê xirabtir jî baweriya wan li mafên rewa yê neteweya Kurd tuneye û Kurda wek miletekî wek neteweyekî nabînin.

Piraniya kes û aliyên vê yekê jî dikin, çepên marjinalên Tirkin. Ew baweriyê li tu mafek netewî yên Kurda naynin. Lê dema ji wan re pêwist be bi awayek durûtî, ne samimî û bê ku şermiyê bikin behsa Kurda dikin.

Bê guman gelek Kurdên ku wek wan difikirin jî di nava Kurdan de gotar û nirxandinên wan ji xwe re wek referansekî qebûl dikin.

Tevgera azadixwaza kurd li bakur gelekî lawaze, hestên netewî dewsa ku pêşbikeve , mixabin ber bi windabûnêve diçe. Bandora siyaseta çepitiyê li vê yekê heye.

Gelek cara di nava civata kurd de dema behsa kesayeta siyaset medarek Tirk tê kirin , dikarin bêjin ku, filan kes demokrate û başe. Dema tu bipirsî gelo di derbarê pirsa kurd de çi difikire? bersiv tuneye.

Kurt kurmancî heta ku kurd li bakurê Kurdistanê li pencera Kurdistanî re li bûyera nerêne, dê tu cara rastiya xwe û miletê xwe nebîne. Dê her carê mafê xwe bixwe destê aliyên ne kurd û Kurdistanî de. Malxirabîna kurdên bakurê Kurdistanî ev bixwe ye.

Kurd ewin ku yên baweriyê mafê rewa yê gelê Kurdistanê tîne, yên serxwebûnê wek mafek rewa yê Kurda dibîne, yên berjewendiyên netewî li ser her tiştekîre dibîne. Wek din kurdên di bin îdeolijiyên ne Kurdistanî de siyasetê dikin, rastiya Kurda nabînin û dibin sedemek bingehîn ku xelkek din li ser navê kurda biryara didin û di rêya destxitina mafên netewî de dibin astenga herî mezin.

Nûçe/analiz

N.Firat

Back to top button