Polîtîk

Yasaya serokê herêma Kurdistanê hat qebûl kirin

Parlemena Kurdistanê ji bo pesendkirina projeyasaya Serokatiya Herêma Kurdistanê civiya û bi rêjeyeke zêde ya dengan, proje-yasa hate pesendkirin.

Parlementoya Kurdistanê îro  bi mijara dengdana projeyasaya Serokatiya Herêma Kurdistanê civiya. Projeyasa bi dengê 89 parlamenteran hat qebûlkirin.

Piştî pejirandina projeyasaya Serokatiya Herêma Kurdistanê ji îro pê ve kesên ku mercên wan jê bigire dikarin bo posta  Serokatiya Herêma Kurdistanê serlêdanê bikin.

Herkesekî ku dixwaze xwe wek namzedê serokê Herêma Kurdistanê nîşan bide, pêwîst e ku ligel belgeyên lazim CVya xwe radestî Desteya Serokatiya Parlamentoya Herêma Kurdistanê bike.’

Serokê Herêma Kurdistanê ji aliyê parlementoyê ve tê hilbijartin. Li Parlamentoya Kurdistanê 111 kursî hene û ji bo Serokatiyê Herêmê bi kêmanî 56 deng pêwîst dikin.

Civîna Parlamentoya Kurdistanê piştî rêkeftina di navbera YNK û PDKê de tê ku ji ber zêdekirina cîgirekî din bo serokê Herêma Kurdistanê nakokiyên zêde li ser hebûn.

Li ser daxwaza YNKê xalek li yasaya serokatiya Herêma Kurdistanê hat zêdekirin û li gorî wê xalê, wê du cîgirên serokê Herêmê hebin û desthilatên wan jî wê ji aliyê serokê Herêma Kurdistanê bixwe ve bêne destnîşankirin.

Li gorî rêkeftina siyasî di navbera aliyên Herêma Kurdistanê ev post ji PDKê re hatiye veqetandin û namzedê wê jî Nêçîrvan Barzanî ye, ku niha Serokê Hikûmetê ye.

Back to top button