Polîtîk
Kandîdatê PDKê ji bo serokê Kurdistanê
Serokê Fraksiyona Partiya Demokrata Kurdistanê li Parlementoya Kurdistanê Ûmêd Xoşnav aşjere kir wê hefteya bi bi awayekî fermî navê kandîdên xwe bidin serokatiya Parlementoya Kurdistanê.
Ûmêd Xoşnaw ji BasNewsê ra axivî û aşkere kir: “Ez wisa bawer dikim hefteya dahatû wê parlemento deriyê xwe bo kandîdkirina navên serokatiya Herêma Kurdistanê veke.”
Herwiha Ûmêd Xoşnaw da zanîn ku wê hizba wî hefteya dahatû bi awayekjî fermî Nêçîrvan Barzanî bo posta serokatiya Herêma Kurdistanê bike kandîd.
Herwiha Ûmêd Xoşnaw amaje bi wê yekê jî kir ku herî dereng heta du hefteyan wê serokê Herêma Kurdistanê bihê hilbijartin.