Civak

Li bajarên Rojhilatê Kurdistanê greva giştî

Li ser banga Navenda Hevkariya Partiyên Kuridstana Îranê, Rojhilatê Kuridstanê li çend bajaran bazar û dukan nehatin vekirin û greva giştî hat kirin.

Li gorî agahıyan li bajarên Sine, Merîwan, Seqiz û Bane li parêzgeha Sine û li bajarên Bokan û Mehabadê yên parêzgeha Urmiyê greva giştî dest pê kiriye û dukan û bazar girtî ne.

Hevdem ligel ku aliyên cuda yên pîşeyî, sivîl û siyasî ragihandine ku îro Şemiyê 22ê Cotmeha 2022an li seranserê Îran û Rojhilatê Kurdistanê grev û xwepêşandanên giştî tên kirin, şeva borî li hinek bajaran bi awayê cuda nerazîbûn û xwepêşandan berdewam bûn.

Şeva derbasbûyî 35 roj di ser nerazîbûn û xwepêşandanên Îran û Rojhilatê Kurdistanê re derbas bûn. Li bajarê Sine yê Rojhilatê Kurdistanê xwepêşanderan bi pêxistina agir hewl dan cadeyan bigirin. Her wiha nerazîbûn û xwepêşandan li hinek bajarên Îranê jî wek Tehran û Îsfehanê hebûn.

Îro di destpêka şeşemîn hefteya xwepêşandan û nerazîbûnên Îran û Rojhilatê Kurdistanê de, rêxistinên pîşeyî û hejmarek zanîngehên Îranê ragihandine ku serkutkirin û tundûtûjiya li beramber xwendekaran qebûl nakin û li ser nerazîbûna xwe berdewam dibin.

Ciwanên taxên Îranê ragihandine ku îro li hemû bajarên Îran û Rojhilatê Kurdistanê ji demjimêr 11an ve grev destpê dike û xelk li cihên giştî xwepêşandananan dikin.

Back to top button