Nivîsar

Navê derewê û feqîrîya mejî:Mustafa Karasu !

Endamê rêveberiya PKKê Mûstafa Karasû tevlî bernameya taybet a televîzyona Medya Haberê bû. Medya Haber kanaleka girêdayê PKKê ye. Serkaniya dezenfarmasyona ye û neyartiya xeta netewî dike  û vê yeke ve girêdayî dijminatiya PDKê armanca wan a bingehiye.

Karasu di axatinên gelek xeyalî di derbarê serokê PKKê Abdullah Ocalan de dibêje û axavtina wî ji serî heta dawîyê pûç û beredayî bû. Wek Kurd dibêjin axavtina wî ya bi seetan kakilê gozê tejî nedikira. Di rastiya xwe de ne axavtinên Karasu û ne jî dezenfarmasyon û derewên Medya PKKê dike ne hewceyî tu nirxandinekî yan jî şiroveyeki ye. Ji ber walebûna naveroka wan ne hevceye. Lê mixabin gelek kes hene ku, ji van derewan bawerin û xeta xwe ya siyasî yan jî helwestên xwe li gora derew û dezenfarmasyona medya PKKê kifş dikin. Ji bo vê sedemê tene, car carê hewcehiyek derdikeve holê ku, derewên wan bene eşkere kirin.

Karasu destpêka axavtina xwe tene behsa Ocalan dike û dibêje: Rêber Apo dibe ku ji aliyê fîzîkî ve tecrîdkirî be, lê belê Rêberekî welê ye ku ti carî nikare bê tecrîdkirin. Nepêkane ku ev Rêbertî bê tecrîdkirin, ji xwe nikarin bikin.Rêber Apo bi fikrên xwe ne tenê bandor li gelê Kurd dike, bandorê li gelên Rojhilata Navîn û tevahiya cîhanê dike. Rastiya Rêbertî ji xwe ev e. Rastiya Rêbertî bi esasî rêberekî fikrî ye. Rêbertiyeke mejî ye. Aliyê herî mezin ê Rêbertî ev e. 

Veca kesên hinek xwedî hişbe ,gelo çewe baweriyê li van gotina dike û çewe dikarê bê xapandin û bikeve kemina PKKê ya ideolojik de? Gelo ev tiştên ku Karasu dibêje mirov dikare ji zarokekî re jî beje?

Ji aliyek din Karasu cardin li dijê PDKê diferişe  û bi derwan PDKê tawanbar dike. PKK gelek bi zanebûn ji bu girêdana xwe li gel dagirkera weşêre ,êrîşê PDKê dike.

Guh bidin Karasu di derbarê PDKê de çi dibêje,:

Karasu : “Dewleta Tirk bêguman dijmin e, êrîş dike. Ewropa jî berjewendiyên xwe hene, rastiyan ji nedîtî ve tê. Lê belê ya herî giran û bi êş PDK ye. Van êrîşan dinixumîne. Pêşî li mirovan digire ku dixwazin biçin wê derê. Sûcên Tirkiyeyê dinixumîne. Nixumandina sûcên Tiriyeyê ji PDK’ê re maye. Ji xwe dewleta Tirk êrîşî kî derê bike, PDK jî yekser hincetan ji dewleta Tirk re çêdike. Dibêje ‘Ji bo vî tiştî êrîşî Şengalê dike, ji bo filan tiştî êrîşî Rojava dike’. Guneh naxe stuyê êrîşkar. Şerma herî mezin a dîrokî ye ji bo PDK’ê ku bikaranîna gazên bi jehr û çekên kîmyewî dinixumîne.”

Bawer bikin Karasu bi xwe jî bi gotinên xwe ne bawere. Ji berk u ev bi sere xwe nikare çar gotina bîne ba hev. Nivîsek danine ber Karasu û ew jî dixwîne. Lê gelek girînge ku, xelkek vê rastiyê bibine û li  gora wê jî tev bigere.

Niha ya herî tehl ewe ku, hinek alî û kesên “kaşo siyasî“ li dijê PDKê ne û her gava ku firsende bibinin PDK rexne dikin. Ev dezenfarmasyonên PKKê ji wan re dibe wek sedemekî û pala xwe didin van derewan û dijminatiya PDKê dikin. Lê ew di bingehê xwe de dijminatiya dewletbûna Kurda bi dikin.

Bê guman herkes , her aliyek dikare PDKê rexne bike û kemasiyên wan bêjin. Kesek yan jî aliyek ku neye rexnekirin tûneye. Lê rexnekirin û tawanbar kirin du tiştên cudane. PKK bi hemû awayî pişta xwe dide dagirkere û rê li dewletbûna Kurda digre û bi vê mebestê jî dijitiya PDKê û Barzaniya dike.

PKK ber bi dawiyekî ve diçe, dixwaze sedemekî ji têkçûna xwe re bibine û ev jî PDK ye.

PKK bi hemû awayî hewld dide ku,hemû şikest û binketinên xwe di bin vî şerê ragihandinê de veşêrin.

22.10.2022

Nêrîn/Şirove

Back to top button