Nivîsar

Kurdistanî bûn û sê bûyer

Kurdên mafê xwe ê rewa diparêzin, dixwazin bi azadî li ser erda xwe bijîn. Lê dagirkerên me, vê naxwazin. Loma êrîşên xwe berdewam dikin.

Bûbê Eser

Ji peymana Lozanê sed sal derbas bû. Loma niha hemî dewletên mezin kar û xebatê dikin, tevlihevî û nexweşiyan derdixin da ku piştî sed salan kî karibe sînorên xwe firehtir bike. Kî yê zora kê bibe û wê çi dewletên nû bêne damezrandin, şerê wê tê kirin.

Piştî Lozanê û heta niha Kurdistan kiribûn çar perçe, Kurd jî ji wê demê de şerê hebûn û nebûna xwe didin da ku ew jî bibin dewlet û ala kurdî jî di nava alên cîhanê de bilind bibe, kar û xebat kirine û dikin.

Di nava şer û peyvçûnên sed salan de, Bi serpereştiyan Barzaniyan miletê Kurd li başûrê Kurdistanê mafê xwe weke federe bi destxistin. Lê ji roja kurd li başûrê Kurdistanê bûne xwedî vê destkevtiyê, dagirkerên me jî qet nesekinîne û ji bona têkbirina başûrê kurdistanê çi ji wan hatine kirine û hê jî dikin.

Helbet rêvebirên başûrê Kurdistanê û bi taybetî Barzaniyên ev sed salên ku li hember dagirkeran şerê hebûn û tunebûna gelê kurd dikirin û dikin. Niha jî bi dîplomasiyên xwe yên navneteweyî şerê azadî û serxwebûna gelê xwe didomînin.

Weha xuya ye, dagirkerên me êdî fêm kirine ku serxwebûna Kurdistanê ne dûr e. Loma dixwazin tevliheviyan û nearamiyê li Kurdistana azad pêk bînin. Bi van kiryarên xwe yên xerab, wê hewl bidin û didin ku li welatekî ne aram serxwebûn pêk nayê. Ji ber vê ye ji bona Kurdistaneke ne aram’ çi ji wan tê dikin.

Lê êdî wê êrîşkariyên dewletên dagirker ya li ser başûrê Kurdistanê di elehiyên wan û di lehê me de rola xwe bilîze. Ji ber êdî dem niha ne ew deme ku êrîşkariyên dagirkeran ji wan re bimîne.

Êrîşa talî ya li ser paytextê Kurdistanê li Hewlêrê ji fêdê bêtir wê zerarê bide Îranê. Helbet kuştina însanan ne tiştekî ehlaqî ye û êrîşkirina li ser welatekî azad jî tenha dagirkerî ye. Lê êdî herkes erkên xwe yên dawî tînin cih. Kê çi bi destxistin…

Di civîna li Davosê ya navneteweyî de û bûyera Îranê ya li ser Hewlerê wê bibe piştgirî û alîkariya ji bona gelê Kurdistanê. Ji ber ku Serokwezîrê Kurdistanê rêzdar Mesrûr Barzanî li wir bû û dîplomasiyek baş dimeşînd. Rêzdar hevdîtinên hêja li gel serok û mezinên cîhanê pêk anî. Di her civînê de jî rewşa Kurdistanê û êrîşkariya dagirkeran ji bona dostan anîbû zimên. Loma ew civîn ji bona kurdan firseteke baş bi dest xist.

Di nava dîplomasiyeke weha de û bûyera ango êrîşkirina Îranê ya li ser Hewlêrê wê zelaltir bê dîtin ku Kurdên mafê xwe ê rewa diparêzin, dixwazin bi azadî li ser erda xwe bijîn. Lê dagirkerên me, vê naxwazin. Loma êrîşên xwe berdewam dikin. Weke kurd bibêjin: ”Ecelê bizinê tê nanê şivên dixwe”.Hêvîdarim ev ji bona dagirkeran jî derbas bibe.

Di civîna Davosê de hate dîtin, bê serokwezîr Kurdistanê rêzdar Mesrûr Bazanî çawa di nava dîplomasiyeke bi mezinên cîhanê re dimeşand. Di nava wî dîplomasiyê de rewşa Kurdistamê bi zelal dihate gotebêj kirin.

Loma dibêjim, di nava dîplomasiyeke weha de êrîşeke bi vî rengî wê bibe sedema serêşa dewleta dagirker. Ji ber ku di vê êrîşê de hate dîtin, li seran serê dinyê kurdan ji bona nerazîbûna xwe ya li hember dewleta Îranê, dengê xwe bi hevre bilind kirin. Ev êrîş bû weke gaveke yekitiya her çar perçên Kurdistanê.

Li Kurdistana azad jî çi weke serokê Kurdistanê rêzdar Mesûd Barzanî û çi jî serokê herêma Kurdistanê rêzdar Nêçîrvan Barzanî jî di nava dîplomasiyeke xurt de bûn. Êrîşa li Kurdistanê ya ku ji teref Îranê pêk hatibû, di gelek merheleyan de fêdeyek mezin bo kurdan anî.

Yek li Davosê hemî mezinên dewletên cihanê li wir, ev êrîş risva kirin û piştgiriya xwe dane Kurdistanê ev tiştekî baş û gaveke delal bû.

Dudo, li seranserê cîhanê kurdan bi yek dengî û bi yek helwestê di bin ala kurdistanê de ew êrîş şermezar kirin. Ev jî gaveke baş bû ku Kurd êdî xwedê li hêjayiyên xwe derdikevin.

Ya sisiyan jî dîplomasiyek baş ji teref serokê Kurdistanê rêzdar Mesûd Barzanî û serokê herêma Kurdistanê rêzdar Nêçrvan Barzanî li Kurdistana azad, hate meşandin.

Vana bi me dida zanîn ku êdî kurd namirin û wê her zîndî bin. Ji ber vê bû di protestokirina êrîşa Îranê de hemî Kurdan bi hevre gotin: ”Bijî Kurd bijî Kurdistan”…

Back to top button