Civak

Diyarbekir pişgiya Hewlêr û Duhokê dike

Odeya Pîşesazî û Bazirganiyê ya Diyarbekirê (DTSO) piştî êrîşên Îranê piştgirî da banga boykotê ya Odeyên Pîşesazî û Bazirganî yên Hewlêr û Duhokê.

Serokê DTSO’yê Mehmet Kaya, der barê Serokê Odeya Pîşesazî û Bazirganiyê ya Hewlêrê Geylan Haci Seyîd û Serokê Odeya Pîşesazî û Bazirganiyê ya Dihokê Eyad Hasan de ji bo rawestandina têkiliyên bazirganî û aborî yên bi Îranê re û boykotkirina kelopelên wan de, Serokê DTSO’yê Mehmet Kaya nameyek piştgirî rêkir..

Mehmet Kaya

Kaya di nameya xwe ya piştgirîyê de dibêje:

“Em banga Odeyên Bazirganî û Pîşesazî yên Hewlêr û Duhokê yên ji bo rawestandina têkiliyên bazirganî û aborî yên bi Îranê re û boykotkirina sermayedarên xwe ji ber êrîşên Îranê rewa dibînin.

Ji bo pêwîstiyên ku ji ber biryara boykotê di hikûmeta Herêma Kurdistanê de çêdibin, em li gel şîrketên xwe amadene her cure piştevaniyê bikin.

Em wek Diyarbekir careke din radigihînin ku ji bo ku birayên me û karsazên me yên li Hikûmeta Herêma Kurdistana Iraqê piştî biryara boykotê mexdûr nebin û bi alîkariya însanî re hevdîtinê pêk bînin, em amade ne ku her gav bavêjin û li cem we bin.

Careke din sersaxiyê û sebira xwe pêşkêşî karsazê Kurd Pêşraw Dizayî, keça wî ya yek sal û nîv Jîna û hemwelatiyên sivîl ên ku di êrîşa mûşekî ya Îranê ya 15ê Çileya 2024an de li ser Hewlêrê jiyana xwe ji dest dabûn, dixwazin.

“Em êrîşên bi vî rengî yên bêîstiqrar li dijî Hikûmeta Herêma Kurdistana Iraqê şermezar dikin.”

Back to top button