Mamusta û xwendevanên Hewlêrê rêz li şehîdên êrîşa Îranê ya li ser Hewlêrê girtin

Li dibistanên Herêma Kurdistanê, îro 21.01.2024ê merasimeke taybet bi armanca şermezarkirina êrişa bi fûzeyan a Îranê li ser Hewlêrê hat lidarxistin.
Bi destpêkirina dema duyem a perwerdehiyê re, îro bi beşdariya Wezîrê Perwerdeyê Alan Heme Seîd, merasîmeke taybet ji bo rêzgirtina li giyanê şehîdên êrîşa mûşekî ya Îranê li ser Hewlêrê, hat lidarxistin û êrîşa li dijî sivîlan jî hat şermezarkirin.
Merasîm bi sirûda netewî ya Ey Reqîb li dibistanan destpê kir, rêveberên dibistanan jî di gotarên xwe de behsa êrîşa li ser Hewlêrê ku tê de 5 welatiyên sivîl canê xwe jidest dan û 6 sivîl jî birîndar bûn.
Wezîrê Perwerdeyê Alan Hema Seîd li dibistaneke Hewlêrê beşdarî merasîmê bû û di axaftinekê de êrîşa mûşekî ya Îranê li ser Hewlêrê bi tawan û dijminatî bi nav kir û got: “Herêma Kurdistanê herêmek ji bo pêkvejiyana aştiyane ya hemûyan e, yên ku Herêma Kurdistanê dikin armanc, tu behane ji wan re nînin.”
Herwiha got: “Êrîşkirin û kuştina sivîlan bê hincet, ne wêrekî ye, ji ber ku cihê şer ne Herêma Kurdistanê, li cihekî din e, ev tawan dê nifş bi nifş di bîra gelê Kurdistanê de bimîne.”
Di beşeke din a vê merasîmê de, Parêzgarê Hewlêrê Umêd Xoşnaw jî axivî û got: “Şermezarkirina vê êrişê ji aliyê xelkê ve, nîşana neheqî û zulma ku li gelê Kurdistanê hatiye kirin, dide. Ew nikarin li hemberî dijminên xwe bisekinin, vêca xelkê sivîl ê Herêma Kurdistanê dikin qurbanî.”