Polîtîk

Zana: Hinek aliyan dixwest bêyî Ocalan û Erdogan pêvajoya çareseriyê bimeşînin

Leyla Zana ya ku 4 serdeman bû parlementer got: “Gelo ev cara yekem e ku tu vê yekê dibihîzî? Hinek kesên ku dixwestin di sala 2013an de ‘Pêvajoya Çareseriyê’ bêyî Serokkomar Tayyîp Erdogan û Abdullah Ocalan muzakere bên kirin hene“.

Zana ji Rojnamevanê Duvarê Vecdî Erbay re axivî û got: “Yên ku dixwestin bêyî Ocalan û Erdogan pirsgirêkê çareser bikin hebûn. Digotin emê vê pirsgirêkê di nava xwe de çareser bikin. Hûnê bi cîhanek xeteran re rû bi rû bimînin û hin kes jî dixwazin we li derveyî meselê bihêlin rê bigrin biçin. Ma tu qebûl dikî? “Zehmet e”.

Zana, anî zimên ku wê demê hin AKPî yan jê re gotine ‘Ma tu dizanî, yên we ji bo Ocalan nersînor bihêlin ev pêvajo xerab kirin’, û diyar kir ku wê bersiva van kesan daye û gotiye, ‘Ji ber ku we xwest bêyî Erdogan vî karî bimeşînin pêvajo xerab bû.

Parlamenterê berê Leyla Zana got ku, “Ev cara yekem e hûn vê yekê dibihîzin, rast e? Ji ber ku min li rûyê hin kesan xist, ez vê yekê bi bawerî dibêjim”. Zana diyar bi bîr xist ku AKP di hilbijartinên 7ê Hezîrana 2015an de cara yekemîn di TBMM de piraniya xwe winda kir û diyar kir ku “Pêvajoya Çareseriyê” di wan rojan de jî dewam dikr.

Zana got: “Ez îdia dikim ku ger formulek ji bo rêgirtina li hilbijartinan bihata çêkirin, ger raya giştî ya xwedî wijdan û hestiyar a li Tirkiyê, hêzên demokratîk, hinek ji Kurdan û Erdogan li dijî zîhniyeta ewlehiyê rawestiyana, pêvajo dikaribû pêş biketa”.

Zana bal kişand ser gotinên Erdogan ên “Min pêvajo xist sarincê” û wiha got: “Ev ber bi kevinbûnê ve diçe, ez dibînim ku divê ji sarincê derxin û ji koka xwe ve bi vê pirsgirêkê re mijûl bibin. Bêyî windakirina demê”.

Back to top button